"Ji bo Azadiya Aysel Tugluk 1000 Jin"
Jinên ji her çar aliyên cîhanê hatin ba hev balkişandin ser rewşa aysel Tugluk û bi sernavê. "Ji bo Azadiya Aysel Tugluk 1000 Jin" kampanya îmzayan dan despêkirin.
Navenda Nûçeyan - Cîgira Hevserokatiya Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Aysel Tugluk a niha di Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê de tê girtin di warê tendirustiyê de rewşa wê her ku diçe xerabtir dibe. Jinên ji gelek deveran hatin gel hevdu banga serbestberdana Aysel Tugluk kirin û bi sernavê "Ji bo Azadiya Aysel Tugluk 1000 Jin" ji bo Aysel Tugluk dest bi kampanyaya îmzeyê kirin û daxwaz kirin ku hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan. Ji niha de 2 hezar û 520 kesî piştgirî dane vê kampanyayê.
Jinên ji Emerîka, Fransa, Danimarka, Elmanya, Hollanda, Swîsre, Îngilistanê û hwd. îmza avêtin binê metna kampanyaya ji bo Aysel Tugluk. Jinan ji bo piştigiriya îmzeyê bang kirin.
"Di nava mehekê de 7 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan"
Jinên ku diyar kirin ew di şexsê girtiya nexweş Aysel Tugluk de mafê jiyanê yê hemû girtiyan diparêzin wiha gotin:"Em bi hemû hebûna xwe li gel Ayselê ne. Aysel yek ji wan jinan e ku li ser erdnîgariyeke dijwar hatiye dinê. Ew parêzvana demokrasî û azadiyê ye. Yek ji parçeyê bi qîmet ê têkoşîna jinê ye. Îro li girtîgehan bi hezaran girtiyên nexweş hene. Tenê meha borî 7 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Mafê hemû kesî heye ku li mala xwe tedawiyê bibînin. Em li mafê jiyanê xwedî derdikevin. Hîn nebûye dereng em ji Aysel Tugluk û di şexsê wê de ji bo hemû girtiyên nexweş azadiyê dixwazin."