Ji bo Abdullah Ocalan 3 milyon û 17 hezar îmze hatin komkirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di çarçoveya kampanyaya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de zêdetirê 3 milyon îmze hatin komkirin. Dê kampanya heta 4’ê Nisanê bidome û îmze ji sazî û dezgehên navneteweyî re bên şandin.

Navenda Nûçeyan- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de ye. Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, di 9’ê Sibatê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kampanyaya îmzeyan hatibû desptêkirin. Hêj dema kampanyayê tije nebûyî hejmara ku armanc dikir derbas kir.

‘Heta niha 3 milyon û 17 hezar îmze hatin komkirin’

Kampanyaya îmzeyan di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de hatibû destpêkirin û heta niha 3 milyon û 17 hezar îmze hatine komkirin. Dê kampanya heta 4’ê nîsanê bidome.

‘Kampanya dê di 4’ê Nîsanê de bi daxuyaniyekê bê bidawîkirin’

Endama Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Nûha Omer têkildarî kampanyayê ji ANHA’yê re axivî û destnîşan kir ku kampanya bi coşeke mezin ji milê şêniyan ve tê pêşwazîkirin û ev agahî da: “Kampanya dê di 4’ê Nîsanê de bi daxuyaniyekê bê bidawîkirin.”

Nûha Omer, da zanîn ku hedefa wan 3 milyon îmze bû û wiha domand: “Niha bûye 3 milyon û 17 hezar îmze. Ev îmze li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heleb, Hema, Hums û Şamê hatine komkirin. ”

Ji 12 rêxistinên navneteweyî re name hate şandin

Nûha Omer bal kişand ser şandina nameyan ji bo rêxistinên hiqûqî û tenduristî jî û diyar kir ku wan name li ser navê sazî, rêxistin û partiyên siyasî yên li herêmê ji bo lêpirsîna rewşa Abdullah Ocalan kom kirine û ji 12 rêxistinên navneteweyî yên wekî Meclisa Mafên Mirovan, Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (The Human Rights Watch), Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT), Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkence û Muameleya Dijmirovî ya Ewropayê (CPT), Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Meclisa Ewropayê, Nivîsgeha Dozgerê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî, Meclisa Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî, Bijîşkên Sînornenas, Rêxistina Tenduristiyê ya NY’yê (WHO) û Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY’ê re şandine.