Ji bo Aysel Tugluk, Sezen Aksu û Sedef Kabaş daxuyaniya hevpar
Ji bo siyasetmendar Aysel Tugluk, hunermend Sezen Aksu û rojnameger Sedef Kabaş ên bi bêhiquqî hatine girtin ji 1032 ronakbîran daxuyaniya hevpar.
Ji bo siyasetmendar Aysel Tugluk, hunermend Sezen Aksu û rojnameger Sedef Kabaş ên bi bêhiquqî hatine girtin ji 1032 ronakbîran daxuyaniya hevpar.
Navenda Nûçeyan - Hunermend, siyasetmedar, hiqûqnas û mirovên zanist jî di nav de 1032 rewşenbîran ji bo siyasetmendar Aysel Tugluk, hunermend Sezen Aksu û rojnamevan Sedef Kabaş daxuyaniya hevpar dan.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Em wekî mirovên ji her aliyî yên fikir, huner, wêje, hiqûq, zanist û welatiyan bi awayekî bi fikar dibînin ku rêveberiya welatê me bi lezgînî ji rêgezên demokratîk dûr dikeve. Derbaskirina rayeyê, tevgera li dijî hiqûqa gerdûnî bûye wekî hînbûneke ku Wezareta Dadê jî di nava xwe de dihewîne. Em wekî kesên li jêr îmzeya wan hene piştgiriyê didin daxuyaniya Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê ya têkildarî mijarê. Em dixwazin ên welat bi rê ve dibin dev ji helwestên xwe yên ji hiqûq, exlaq, zagonê dûr in berdin."