Ji bo 8’ê Adarê her deverê Şengalê bi afişan tê xemiladin
Jinên Êzidî her devera Şengalê bi rengê 8’ê Adarê dixemlînin û jinan vedixwînin şahiyê.
Şengal - Jinên Şengalê ji bo ku 8’ê Adarê li Şengalê bi awayê herî bedew were pîroz kirin bê navber kar û xebat didin meşadin. Ji aliyekê bi pêşenktiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji jinên gundewaran re semînerên ji bo wateya rojê tên dayîn, ji aliyê din ve jî li bajar navçe û gundên Şengalê afişên di derbarê têkoşîn û keda jinan de tên daliqandin. Îro jî li gundê Dugurê ji aliyê TAJÊ ve ji bo 8’ê Adarê afiş hatin daliqandin.
Endama TAJÊ Perîşan Şemo di derbarê kar û xebatên xwe yên 8’ê Adarê de wiha gotin: “Em 8’ê Adarê li Rêber Abdullah Ocalan, gerila û tevahî jinên cîhanê pîroz dikim. Ez bang li hemû jinên Şengalê dikim ku li cihê şahiyê kom bibin em bi hev re wê rojê pîroz bikin. Bi rastî berê me nedikarî vê rojê pîroz bikin lê em niha bi serbilindî pîroz dikin. Ev tev bi keda Rêber Abdullah Ocalan û jinên qehreman çêbuye.”
Jina ciwan Cîlan Şivan jî wiha got: “Ez bang li hemû jinê Êzidî dikim ku roja 8’ê Adarê rabin ser hildanê. Ji ber vê roja pîroz û bi wate ez di xwazim hemû jin tevlî şahiya 8’ê Adarê bibin.”