Ji berxwedana 58 rojan çend bîranîn
Zêdetirî 72 balafirên şer û bi sedan obîs û çekên giran di kêliyekê de êrîşî herêmek xwedî erdnîgariyek biçûk kirin. Hemû tiştên li wê herêmê hedef girtin, di 58 rojan de komkujî pêk anîn û hemû tiştên wê wêran kirin. Li dijî vê hovîtiyê gelê wê herêmê berxwedanek dîrokî da meşandin û bi navê “Berxwedana Serdemê” cihê xwe di dîrokê de girt.
RÛPERÎN BEKIR
Şehba- Rojek ji rojên Çileya zivistana qerisî bû, tîrêjên rojê, piştî baranê, şewqa xwe dabûn ezmanê Efrînê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê. Weke her rojê niştecihên herêmê berê xwe dabûn karê xwe, cotkar, karker û xwendekar di nava jiyana bi ewle de bûn. Heya ku saet bûn 4 ber êvarê ezîmanê ku bi tîrêjên rojê hatibû xemilandin veguherî dûmanek reş û agirê şer û wêrankirinê. Ew roj 20’ê Çileya 2018’an bû roja ku dewleta tirk û komên çekdar ên girêdayî wê êrîşî kantona Efrînê kirin, zêdetirî 72 balafirên şer û bi sedan obîs û çekên giran di bin navê operasyona “Şaxa Zeytûnê” ku guya sembola aştî û ewlehiyê ye lê dijberî vê sembolê bi êrîşkirina dewleta tirk her der veguherî kaniya xwîn û komkujiyê. Dewleta tirk bi hinceta ku terorê ji herêma Efrîn paqij bike, êrîş kir. Lê rastiya ku Efrîn bûye şahid di pêvajoya êrîşan de derewên dewleta tirk eşkere kir. Di van êrîşan de zêdetirî 498 sivîl piraniya wan jin, zarok û kalepîr bûn, bûn qurbanên van êrîşan her wiha bi sedan kes birîndar bûn vê yekê jî diyar kir ku dewleta tirk gelê herêmê hedef digre. Êrîşên dagirkeriyê bûn sedem ku dibistanên herêmê bên girtin û zirarên madî gihîştin gel ji aliyê çandinî, aborî ve, talankirina malên sivîlan û cihên dîrokî yên Efrînê zirarên gelek mezin çêkirin.
“Komkujiya li ser gelê Efrînê û koçberên ku li wir bi cih bûn”
Dewleta tirk a dagirker di van êrîşan de gelek komkujî li ser sivîlan pêk anî û piranî ji wan parçeyên bedena xwe di bin kavilan de hiştin jê komkujiya gundê Cilbirê yê Şêrewa ku di 21’ê çileyê de pêk hat tê de 10 şehîd bûn û 12 birîndar bûn piraniya wan jî malbatên ji Idlib û herêmên dîtir ên Sûriyeyê ku ji êrîşên dewleta tirk koçber bûne. Di 26’ê çileyê de jî komkujiyek li navçeya Mabeta ku tê de 6 sivîl ji malbetekê şehîd bûn. Di heman demê de di 28’ê Çileyê de li gundê Gubela yê Şêrewayê dîsa dewleta tirk komkujiyek pêk anî 18 sivîl şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn di vê komkujiyê de parçeyên bedena şehîdan nehatin dîtin ji ber di bin kavilan de mabûn. Di 16’ê Adarê de jî komkukiyek li taxa Mehmûdiyê ya navenda bajarê Efrînê ku 21 sivîl şehîd bûn û bi dehan di nav de jin û zarok birîndar bûn, pêk hat. Li dijî dagirkeriya tirk gelê Efrînê berxwedana xwe nîşan dan û bi navê "Berxwedana Serdemê" ku tê de bedêlên giran hat dayîn li pêşiya bêdengiya cîhanê hatin naskirin. Ev bêdengî jî alîkarî û piştevaniya Tirkiyeyê dikir ku êrîşên xwe bidomîne.
“Tirkiye hewl dide bi dagirkirina Efrînê projeya Neteweya Demokratîk têk bibe”
Endama Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk PYD'ê ya Efrînê Îlham Mihemed di salvegera çaremîn a êrîşên dagirkeriya tirk a li ser Efrînê de niyet û armancên dewleta tirk ji hedefgirtina Efrînê û îsrara wê ya li ser dagirkirina xaka wê bi van gotinan şîrove kir; “Gelek niyetên dewleta tirk ji bo dagirkirina Efrînê hene di aliyê stratejî û rewşa siyasî ya li herêmê. Efrîn di navbera herêmên dagirkirî yên Ezaz û Idlibê de ye û erdnîgeriya wê ji herêmên din cudatir e. Ev jî dihêle dagirkeriya tirk desthiladariya xwe li Sûriyeyê berfireh bike û herêmên ku dagir kirine bigihîjîne hev. Efrîn di projeya Neteweya Demokratîk de, mînaka ewlehî û aştiyê bû. Armanca dewleta tirk ew bû ku vê projeyê têk bibe. Efrîn di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de hebûna xwe di hemû waran de îsbat kir û mînakek zindî ji projeya Neteweya Demokratîk re bû. Di heman demê de hembêza xwe ji hemû koçberên Sûriyeyê re vekir. Gelek proje û planên ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên meşandin ji Efrînê dest pê kirin ku yekem car xwendina bi zimanê Kurdî di heman demê de yekem zanîngeh û paymengehên bi Kurdî dîsa li Efrînê dest pê kir û hatin vekirin her wiha gelek proje ji bo pêşketina gel û di xizmeta wê derketin pêş.”
“Vekişîna Rûsyayê û bêdengiya qada navneteweyî desteka ji bo Tirkiyeyê bû”
Îlham di berdewamiya gotinên xwe de bal kişand ser vekişîna Rûsyayê û planên wê bi dewleta tirk re li ser êrîşên li ser Efrînê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema ku êrîş li ser Efrînê pêk hatin bêguman beriya demekê plan der barê wê de bi Rûsyayê re hatin kirin. Rûsyayê beriya êrîşan di hin nûqteyan de li Efrînê cih girtibû. Dema ku komên çekdar ji herêmên Xuta El Şerqiyê bi operasyonê vekişiyan û teslîm bûn her wiha Efrîn teslîmî dagirkeriya Tirkiyetê hat kirin li beramberî Xuta El Şerqiyê û hin herêm ji Idlibê teslîmî rejîma Sûriyeyê bikin ev plan eşkere bû. Êrîşên li ser Efrînê derbeyek ji bo projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Hedef ji êrîşên li ser Efrînê ew bû ku ewlehiya li herêmê têk biçe her wiha ji bo ku bikaribin bi riya Efrînê hin herêmên din jî dagir bikin ev yek jî bi dagirkirina Serêkanî û Girê Spî piştî Efrînê xuya kir."
"Bêdengiya cîhanî derfetan ji êrîşan re vekir"
Di dawiyê de Îlham teqez kir ku bêdengiya cîhanî derfet ji êrîşên li ser Efrînê re vekiriye û wiha got: "Dewleta tirk piştî ku Efrîn di şoreşa Rojavayî Kurdistanê de pêşketin bi dest xist û gelek projeyên aborî ava kir, di heman demê de di milê çandiniyê de jî gelek dewlemend bû û bi zetyûn û zeyta xwe hat nasîn, çavên xwe berda xêr û bêrên Efrînê û êrîşên xwe li ser xaka wê pêk anî. Bêdengiya cîhanî ji der barê êrîşên ser Efrînê de ji bo parastina berjewendiyên xwe bûn. Di tevahiya 58 rojên berxwedana gel de, cîhanê çavên xwe girtibûn. Gelê Efrînê teslîmkarî ji Tirkiyeyê re qebûl nekir û riya koçberî û penaberiyê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê hilbijart. Soza gel jî ew bû ku dê vegerin Efrînê û ji wê dagirkeriyê xilas bikin di heman demê de wê carek din rihê wekhevî û aşitiyê di Efrînê di û di nav gel de biçînin."
"Hedefgirtina çanda Efrînê, tunekirina gelan û dîroka herêmê nîşan dide"
Endama komîteya perwerdeyê ya Tevgera Hîlala Zêrîn a Efrînê Şêrîn Reşîd diyar kir ku dewleta tirk bi riya hedefgirtina çanda herêmê dixwaze dîroka gel bide çewisandin û got: "Dagirkeriya tirk di dirêjahiya dîrokê de bi riya êrîşên xwe li ser gelê Kurd û gelê ku bi azadî bang dikin hewl daye wan di aliyê çandî de qir bike û dîrok û zimanê wan biçewisîne ya ku li Efrînê jî pêk hatiye û tê jiyîn vê rastiyê rave dike. Efrîn di aliyê erdnîgarî de biçûk e lê di aliyê dîrokî û çandî de gelek dewlemend e û xwediyê dîrokek hezar salan e. Armanca dewleta tirk çewisandina dîroka Efrînê bû ev yek jî dema ku di roja duyem de, şûnwarên Enderê kir hedefa xwe. Erka sereke ku dikeve ser kesayetên çandî û hunerî ew e ku hebûna çanda herêma Efrînê biparêzin û di berxwedanê de îsrar bikin her wiha çand û folklora Efrînê her zindî bihêlin ew jî bi riya xortkirina çalakiyên hunerî û çandî pêkan e ew dikarin bibin bersiv ji planên Tirkiyeyê re."
"Parastina çand û hunerê bingeha hebûna gelan e"
Şêrîn teqez kir ku parastina çand û hunerê bingeha hebûna gelan û civakê ye û wiha got. "Bingeha hebûna gelan û civakan parastina çand û hunera wan e. Her tim gelê Kurd rastî qirkirin û pişaftina çandî hatiye lê heya vê kêliyê jî ruxmî qirkirina parastina wan dikin. dewleta tirk jî îro careke din li Efrînê çanda Efrîn û gelê wê dide ber qirkirinê. Dema ku dewleta tirk êrîşî Efrînê kir jinên herêmê bi cilên xwe yên folklorî û Kurdî beşdarî çalakiyên Berxwedana Serdemê dibûn û peyama xwe ji êrîşkeran re radigihandin ku tu carî dev ji çanda xwe bernadin her wiha li dahol û bilûrên Efrînî lê didan."
"Rola jinên Efrînê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê"
Endama koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê Şêrîn Hesen bal kişand ser rola jinan û beşdarbûna wan a Berxwedana Serdemê û got: "Dewleta tirk bi riya hedefgirtina kantona Efrînê yek ji niyetên wê yên bingehîn ew e ku dengê jinan bide birîn ji ber ku ew bingeha ragihandina dengê şoreşa Rojavayî Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Erdogan jî dixwaze rola wan bide çewisandin ji ber ku jinên Efrînê bûn pira azadiyê ji hemû jinên herêmê û cîhanê re. Bersiva jinên Efrînê li dijî dagirkeriya tirk gelek xurt bû dema ku bedelên giran diyarî xaka xwe bi îrade û îsrarek mezin, dikirin û biryara jinan di Berxwedana Serdemê de ew bû ku berxwedan jiyan e. Jinan di berxwedana serdemê de banga seferberiyê kirin. Jinên ku di Kongreya Star de cih girtin di pêvajoya êrîşan de rêzecivîn ji gel re li ser rewşa herêmê li dar xistin û tê de girîngî dan xwerêxistinkirina li dijî dagirkeriyê.
"Dirûşm û tilîliyên dayikan ji dengê êrîşên Tirkiyeyê bilindtir bû"
Şêrîn di dawiyê de da zanîn ku berxwedan û îradeya jinan di Berxwedana Serdemê de li cîhanê deng vedaye û wiha pê de çû: "Beşdarbûna jinan di çalakiyên greva birçîbûnê de li gundên ser sînor bi dirûşm û tilîliyên xwe berxwedan û îradeya wan li dijî dagirkeriya tirk nîşan didan. Dewleta tirk ji ber metirsiyek wê ji îradeya jinan heye loma her şandeya ku li ser sînor di grava birçîbûnê de bûn rastî êrîşan bi balafirên şer dihatin lê dengê dirûşm û tilîliyên jinan ji dengê êrîşan bilindtir bû. Gelek şandeyên jin ji Filistîn, Lubnan, Bakurê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştevaniya jinên Efrînê di berxwedana serdemê de bikin berê xwe dan Efrînê. Cîhan tevahî bû şahidê berxwedana jinan di kêliyên Berxwedana Serdemê de. Jinên Efrînê teslîmkarî qebûl nekirin û serî li hemberî dagirkeriyê netewandin, berxwedana wan li Şehbayê jî vê yekê nîşan da. Di heman demê de jinên Efrînê di berxwedanê de bi îsrar in heya rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriyê û rengê jin û jiyanê careke din li Efrînê vegerînin."
Piştî komploya cîhanî û bêdengiya tevahî sazî û rêxistinên hiqûqî û nanveteweyî her wiha dorpêça bi sad hezaran ji sivîlan di navenda kantona Efrînê de û berdewamiya êrîşên Tirkiyeyê li ser sivîlan û pêkanîna komkujiyan, di 18'ê Adara 2018'an de gelê herêmê neçarî koçberiyê di riya Cebel El Ehlem a navçeya Şêrewaya Efrînê, bûn û berê xwe dan kantona Şehbayê û li wir pêvajoya duyemîn ji Berxwedana Serdemê ragihandin, heya vê kêliyê di erdnîgariyek nêzî Efrînê de têkoşîna xwe didomînin û dagirkeriya Tirkiyeyê red dikin.