Ji ber teqîna Volkana Ruangê 12 hezar kes hatin tehliyekirin

Ji ber teqînên tund ên li Volkana Ruang a Endonezyayê ji bo 12 hezar kesan biryara tehliyekirinê hat dayîn. Ewrên bi xwelî yên ji volkanê çêbûne bi bilindahiya 5 hezar metreyî û li qadeke 1000 kîlometreyî belav bûne.

Navenda Nûçeyan-Ji ber ku teqînên Volkana Ruangê ya li Girava Ruangê ya li bakurê Endonezyayê zêde bûn, ji bo 12 hezar kesên li herêmê wek tedbîr biryara tehliyeyê hat dayîn. Li herema ku bendewariya bi fikar berdewam dike, rayedaran biryar da ku giravên din ên li derdora Girava Ruang û peravên parêzgeha Sulawesi li hember xetera tsunamiyê vala bikin.

Ewrên bi xwelî bi qasî bilindahiya 5 hezar metre belav bûn

Di daxuyaniya ku ji aliyê Navenda Kêmkirina Xetereya Volkanolojî û Jeolojîk a Endonezyayê (PVMBG) ve hat dayîn de hat diyarkirin ku ji duh ve di volkanê de herî kêm 3 teqînên dijwar rû dane û ewrên bi xwelî ku ji ber van teqînan çêbûne, 5 hezar metre û rûbera wê 1000 kîlometre bilindahiyeke mezin belav bûne.

Li 7 balafirgehan sefer hatin rawestandin

Di dema ku ji ber axên ji ber teqîna volkanan li derdorê belav bûne di seferên hewayî de astengiyên giran derketin, li 7 balafirgehên herêmê seferên balafiran bi temamî hatin rawestandin. Xweliyên ku ji volkanê diherikin ber bi welatê cîran Malezyayê ve diçin.

Girav meha borî hatibû valakirin

Girava Ruangê ku volkan lê ye di encama teqînên meha borî de bi temamî hat valakirin û 828 kesên ku li giravê dijîn li herêmên derdorê hatin bicihkirin.