Ji ber teqîna bendavê lehî rabû

Li gundên Hecîcerogo, Merxok, Şem, Qilêçî yên navçeya Tatosa Erziromê piştî barana zêde bendava Hecîcergo teqiya û lehî li gundan rabû. Di encamê de gelek mal xera bûn û sewal bi avê re çûn.

Navenda Nûçeyan- Li Gundên Hecîcergo, Merxok, Şem, Qilêçî û Mele Mihemed ên bi ser navçeya Tatosa Erziromê ve lehî rabû. Li gorî nûçeya rojnameya Xwebûnê; piştî barana zêde bendava nêzî gundê Hecîcergo teqiya û ziyanek zêde da gundiyan. Ava bendavê bû lehî û bi ser gundên derdorê de herikî. Lehiya bendavê ziyanek zêde da malên gundan. Di encamê de nêzî 4-5 xanî ji ber lehiyê xera bûn û nêzî sed sewal bi ava lehiyê re çûn û winda bûn. Bi sedan sewal jî ji sermayê qefilîn. Di encama lehiyê de ziyanek zêde ya madî gihîşt welatiyên gundê Merxokê û Hecîcergo.

Harûn Deger ê ji gundê Hecîcergo têkildarî mijarê diyar kir ku piştî barana zêde bendava nêzî gundê Hecîcergo teqiyaye û piştî teqîna bendavê lehî li gundewarên derdorê rabûye. Harûn Deger anî ziman ku gundiyan bi derfetên xwe, mal û canê xwe ji lehiyê rizgar kirine û tu rayedar bi alîkarî û hawara wan ve neçûne.