Ji ber şîdetê ket stargehê jê hat derxistin dûre jî rastî êrîşê hat

Derket holê ku R.Y ya ku li Hênê ji aliyê bekçî Ozcan Y. yê ku pê re zewicandîbû ve rastî êrîşa bi çêk hat û xetera wê ya jiyanê berdewam dike, ji ber tundiya ku dîtiye biryara dûrxistinê girtiye.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Li navçeya Hênêya Amedê R.Y. a dayika 3 zarokan ji aliyê mêrê bi navê Ahmet Y. ku rastî tundiya sîstematîk dihat ve, rastî êrîşa bi çek hat. Di vê bûyera ku duh êvarê qewimî de R.Y.ya bi giranî birîndar bû xeteriya wê ya jiyanê didome. Kiryarê êrîşê Ozcan Y. jî di saetên şevê de hat binçavkirin.

Hat hînbûn ku jina bi giranî birîndar bûye ji aliyê Ozcan Y. yê ku 9 sal in pê re zewicandîbû ve rastî tundiya sîstematîk hatiye. Li gorî agahiyên ku ji ferdên malbatê hatine girtin hat hînbûn ku R.Y di vê pêvajoyê de çûye qereqolê biryara dûrxistinê girtiyê û bêyî ku ev pêvajo xilas bibe ji aliyê Ozcan Y. ve rastî êrîşê hatiye.

Tevî biryara dûrxistinê jî keça min bi gefxwarinê bir malê

Li gorî agahiyên ku me ji bavê R.Y Bedrî Atli girtin, rewşa keça wî ya ku niha li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê tê dermankirin giran e. Bedrî Atli, diyar kir ku keça wî ya ku ji ber guleya di serê wê de maye xetera wê ya jiyanê berdewam dike, 9 sal in zewiciye û 3 zarokên wê hene. Bavê wê got ku keça wî ji roja zewiciye ve heta niha rastî tundiyê hatiye. Bedrî Atli destnîşan kir ku keça wî piştî tundiyê dîtiyê çûye qereqolê û biryara dûrxistinê girtiye û piştre jî demekê li stargehekê maye, diyar kir ku êrîşkar Ozcan Y. di vê pêvajoyê de bi kuştinê gef li wan, keça wî û zarokên xwe xwariye.

Bavê R.Y da zanîn ku tevî biryara dûrxistinê jî êrîşkar gef li keça wî ya ku ji stargehê derketibû û hatibû gel wan xwariyê û wê biriyê malê, demek pişt re jî keça wî rastî vê êrîşê hatiye.

Malbat R.D diyar kir ku ji bo êrîşkar cezayê pêwîst bigire dê gilî bikin.