Ji ber şewata li Silêmaniyê hezar û 500 donim erd zirarê dît

Hat ragihandin ku şewata li gundên Qela Çoxe, Esker, Dalewe û Heyderbeg ên navçeya Çemçemala Silêmaniyê derketibû, hat kontrolkirin.

Navenda Nûçeyan-  Li gundên Qela Çoxe, Esker, Dalewe û Heyderbeg ên navçeya Çemçemala Silêmaniyê şewat derket. Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Polîsên Daristan û Hawirdorê ya Silêmaniyê; Sedema şewatê hê jî nehatiye tesbîtkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hezar û 500 donim zeviyên çandinî û daristanî zirarê dîtine û piştî demeke dirêj şewat hatiye kontrolkirin.