Ji ber şer û lehiyê binesaziya Sûdanê hilweşiya

Li Sûdanê ji ber encamên şer û lehiyê bîlanço her diçe girantir dibe. Li welat, ji ber ku bendava Erbeat hilweşiya metirsiya tunebûna avê heye. Pisporên jîngehê yên li Sûdanê diyar kirin ku li Sûdanê binesazî û civak hilweşiyaye.

MÊRVET EBDULQADÎR

Sûdan- Roj bi roj krîzên li Sûdanê zêdetir dibin. Ji ber kerasetên xwezayî û şer binesaziya welat hilweşiyaye û di lehiyan de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 100 kesên din jî heta niha winda ne

Bendava Erbeat a di sala 2003’an de hat çêkirin û dikeve herêma Qinneb û Olîb, 40 km. dûrî Bortsûdanê ye. Ev bendav weke jêdera sereke ya ava wexwarinê ye ji bo eyaleta Deryaya Sor. Bi hilweşîna wê re Sûdan di bin gefa bêaviyê de ye. Di encama hilweşînê de jî xetên ava sereke li herêmê qut bûne.

Hilweşîna bendava Erbeat weke karesetê hatiye binavkirin ji ber ava şêrîn ango ava wexwarinê nema tê peydakirin. Ev yek jî metirsiyan bi xwe re tîne ji ber xeta ku ava şêrîn digihîjîne hinek aliyên din zirarê dîtiye.

‘Hejmara koçberan piştî lehiyê gihîşt 150 hezar kesan’

Pisporên jîngehê teqez kirin ku rewş li Sûdanê gelek lawaz e û ji ber şer binesaziya Sûdanê hilweşiyaye. Her wiha guhertina rewşa hewayê jî bandoreke neyînî li demên baranê kiriye. Li gorî texmônan dê ev zivistan jî bi barana zêde derbas bibe.

Pispora jîngehê Nisrîn Saim der barê mijarê de ji ajansa me re axivî û got: "Jinên li Sûdanê ji ber nizanin avjeniyê bikin herî zêde ji ber lehiyan ew zehmetiyan dikşînin. Li herêma wan li gorî adetan nabe jin xwe fêrî avjeniyê bikin. Her wiha gelek zehmetiyan di gihandina navendên tenduristiyê de dibînin. Piştî ku ava lehiyê ket konan û navendên stargehan, barê koçberan tevî êş û azarên heyî girantir bû. Hejmara koçberan piştî lehiyê gihîşt 150 hezar kesan û dibe ku ev hejmar duqat zêde bibe."

Bi sedan mal hilweşiyan

Li Sûdanê dê di çend salên li pêşiya me de ziwabûn çêbibe ji ber rewşa hewayê tê guhertin û piranî malên li eyaleta Darfûr a aliyê Rojavayê welat hilweşiyane. Ev jî bû sedem ku alîkarî zehmet bigihîje koçberan.  

Li gorî bîlançoyên hikûmetê li eyaletên li bakurê Sûdanê 920 mal hilweşiyane. 2 hezar û 876 mal jî nîvenîv hilweşiyane. Her wiha zêdetirî 200 mal li Rojhilatê welat hilweşiyane. Heta niha jî desteya rewşa hewayê li Sûdanê ji bo barana xurt hişyariyan dide.

‘Binesazî û civak hilweşiya’

Endama rêveberiya desteya rewşa hewayê Delal Bekir got ku şer bandorek mezin li welat kiriye û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Binesazî û civak hilweşiyan. Ên herî zêde azaran dikşînin jî jin û zarok in. Bandora lehiyê û şer gelek zêde ye. Çopa ji ber lehiyê derketiye ser rûyê erdê gelek nexweşiyan bi xwe re tîne.”