‘Ji ber hevkarî û bêdengiya heyî dagirkeriya li ser Iraqê zêde dibe’

Çalakvana siyasî Mîhrîban Elî diyar kir ku sedemên zêdebûna êrişên li ser xaka başûrê Kurdistanê bêdengiya hikumeta Iraqê her wiha hevkariya nû ye û got ku divê gel helwestek wisa raber bike ku hikumeta Iraqê û Herêma Federal paşve gav bavêjin.”

Silêmanî- Dewleta Tirk êriş û dagirkeriya xwe ya li ser xaka başûrê Kurdistanê dijwartir kiriye. Van êrişên ku bi plan û hevkariyê, hikumeta Herêma Federal û dewleta Iraqê pêk tên, ger rastî helwesteke xurt a gel neyên dê xeterên mezin bi xwe re bînin. Piştî ku peyman di navbera dewleta Tirk û Iraqê de hat îmzekirin bi qetilkirina rojnamegeran, plan û hevkariya wan ket meriyetê.

Di 3’yê Tebaxê de li nêzî navçeya Seyîdsadiqa Silêmaniyê wesayîda rojnamegerên çapemeniya azad ji aliyê balafira bê mirov û bi çek a dewleta Tirk ve hat bombebarankirin. Di encama êrişê de du rojnamegerên jin Gulistan Tara û Hêro Behadîn jiyana xwe ji dest dan. Her wiha Rêbîn Bekir bi giranî, 5 rojnamegerên din jî birîndar bibûn.

‘Tirkiye hewl dide ji sedî 75’ê xaka Dihokê dagir bike’

Çalakvan Mîhrîban Elî der barê qetilkirina rojnamegeran û dagirkeriya dewleta Tirk a bi dirêjiya 70 kîlometre ketina nava xaka Başûrê Kurdistanê, bêdengiya partî û aliyên pêwendîdar û hikumeta Iraqê de wiha got: “Ez êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka başûrê Kurdistan û hedefgirtina kesên azadîxwaz û rojnamegeran bi tundî şermezar dikim. Dewleta Tirk rojane êrişî ser gund û xaka Başûrê Kurdistan dike. Navçeyên başûr bombebaran dike, sivîlan hedef digre. Ger em girêdayî Iraqê bin, çima Iraq dengê xwe nake û li dijî van êrişan helwesta xwe nîşan nade? Ji ber ku hikumeta Herêma Federal xwe ker û lal kiriye, Tirkiye hewl dide ji sedî 75’ê xaka Dihokê dagir bike, bigihîje heta Silêmaniyê û êriş bike.”

‘Li her cihê MÎT heye’

Mîhrîban Elî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Niha rewş gelek xirab e. Îstîxbarata Tirk (MÎT) sîxurtiyê dike û li Silêmaniyê û navçeyên din dixebite. Ji ber vê nabe ku gelê Kurd ligel hevûna van sîxur û êrişan li ser xaka xwe bêdeng bimîne û qebûl bike. Dewleta Tirk çav berdaye hemû xaka Kurdistanê û êrişê têkoşeran dike. Ji bo wê girîng e helwesta me hebe û em vê dagirkeriyê qebûl nekin. Divê xebat û têkoşîna azadîxwazan berdewam bike. Divê helwesteke wisa hebe ku Hikumeta Herêma Federal û ya Iraqê neçar bimînin paşve gav bavêjin. Divê em wisa bikin ku dewleta Tirk ji cihên dagirkirine derbikeve. Divê hemwelatiyên herêmê zextê li desthilatdariyê û hikumetê bikin û wan neçar bikin ku dengê xwe derbixin.”