Ji ber got “Gulistan li ku ye?” ji yûrdê hat avêtin

Xwendekara Zanîngeha Munzûrê Hîvda Tekkaynar a ji ber bi got "Gulistan li ku ye?" tevli çalakiyê bû, ji yurdê hat avêtin û bûrsa wê hat qutkirin, diyar kir ku ew ê tu carî dev ji pirskirina rewşa hevala xwe bernedin. Hîvda Tekkaynar bal kişand ku lêpirsîna der barê Gulistan Doku de hatiye destpêkirin bi awayekî veşartî û bê hesasiyet tê meşandin.

 
MEDÎNE MAMEDOGLU
Dêrsim- Ji 5'ê Çileya 2020'an û vir ve tu agahî ji xwendekara Zanîngeha Munzûrê Gulistan Doku nayê girtin. Malbata Gulistan Doku ji bo aqûbeta keça wan eşkere bibe 20 roj in li ber Edliyeya Dêrsimê çalakiya rûniştinê li dar dixin, hevalên Gulistan ên zanîngehê jî diyar kirin ku lêpirsîna 2 sal in berdewam dike, bi veşartî tê meşandin. Xwendekara Zanîngeha Munzurê Hîvda Tekkaynar a ji ber beşdarî çalakiya ku daxwaza dîtina Gulistan Doku dihat kirin bû ji yurda KYK'ê hat avêtin û bursa wê hat birîn, diyar kir ku ew ê bûyerê bişopînin û aqûbeta hevalên wê bipirsin.
5 xwendekarên jin ji ber gotin “Gulistan li ku ye” ji yûrde hatin avêtin
Piştî windabûna Gulistan Doku, xwendekaran di 12’ê Çileya 2020’an de li yûrda ku lê dimînin gotin, “Gulistan Doku li ku ye?” û çalakî pêk anîn. Navên xwendekarên beşdarî çalakiyê bûn ji aliyê Midûriyeta Emniyetê ya Dêrsimê ve ji Midûriyeta Yûrda Xwendekarên Keç a Dêrsimê re hat ragihandin. 5 xwendekarên jin ên beşdarî çalakiyê bûn bi teblîxatek ku hincetên “xerakirina ahengiya kamûyê” û “zerardayîna mal û milkên kamûyê” cih digirtin, ji yurdê hatin avêtin û bursa wan hat qutkirin.
Gotina “Gulistan li ku ye?” sedema “xerakirina aramiyê” hat hesibandin! 
Yek ji 5 xwendekarên jin ên ji yûrdê hatin avêtin Hîvda Tekkaynar, diyar kir ku di çalakiya ji bo dîtina hevalên xwe pêk anîne de sûcdar hatine dîtin. Hîvda Tekkaynar diyar kir ku dengê wan ê ji bo dîtina hevala wan a yûrdê Gulistan, ji aliyê rêveberiya yûrdê û polîsan ve weke ‘xerakirina aramiyê’ tê binavkirin û got ku piştî bûyerê demeke dirêj li bajêr pirsgirika cihê mayînê jiya ye.
“Em dev ji pirsa “Gulistan li ku ye” bernedin”
Hîvda Tekkaynar dibêje ku piştî çalakiya wan, wate nadehelwesta li hemberî wan û wiha got: “Gulistan Doku xwendekara zanîngehê ye, hûn çima dixwazin em bêdeng bimînin? Kesên ku deng derdixin asteng dikin, ditirsînin û bi vî awayî dixwazin astengî li pêşiya dîtina Gulistanê derxin. Heta Gulistan neyê dîtin em dev ji pirsa wê bernadin. Tişta ku hat serê Gulistanê, di her kêliyê de dikare bê serê me û em xwedî erk in ku deng bidin. Ev sîstem di gelek mijarên bi vî rengî de nikare temînatê bide jin, xwendekar û zarokan.” 
“Pêvajo bi awayê veşartî tê meşandin” 
Hîvda Tekkaynar bal kişand ku di lêpirsîna 2 sal in didome de tu pêşketinek çênebûye û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir:
“Piştî vê bûyerê peywirdarên li Dêrsimê li herêmên din hatin wezîfedarkirin û bicihkirin. Her kesê ku eleqeya wê/wî heye yan nîn e, bi awayekî bêdeng tên dûrxistin û mijara Gulistan Doku li Dêrsimê weke dosyayeke veşartî berdewam dike. Em ê dev jî vê bûyerê bernedin. Du sal derbas bûn lê hevala me nehatiye dîtin. Tenê daxwaza me ew e ku Gulistan bê dîtin û bûyer bê ronîkirin.”