“Ji ber fatûreyan em nikarin debara xwe bikin”
Hinek malnişîn in, hinek dixebitin, hinek xwendekar in lê neçar in bixebitin. Yekemîn gotinên ku ji devê hemûyan derket, pirsgirêka debarê ye. Jinên ku bi dayîna fatûreyên elektrîk, av, gaza xwezayî tiştek di destên wan de namîne, nikarin nan bibin malên xwe.
ELÎF AKGUL
Stenbol- Dema ku enflasyon zêde dibe, bihayên hemû tiştên li marketan jî zêde dibe, fatûreyên gaza xwezayî û ceyranê di rojên zivistanê jî pê re zêde dibin. Me ji jinan pirsî; "Hûn dikarin debara xwe bikin?" Her çiqas bersiva giştî “Em nikarin debara xwe bikin” be jî her jinek ji mîkrofona me re qala serpêhatiya xwe kir. Lê belê piraniya kesên ku di vê hevpeyvîna li kolanê de nexwestin navê xwe eşkere bikin, dixwestin bê qeyd biaxivin pir balkêş bû. Di nava wan de ya herî balkêş jî jina ku got, "Min dengê xwe da AKP'ê lê em nikarin debara xwe bikin” bû. Li aliyê din jinên ku digotin “Ger tu biweşînî ez ê biaxivim” careke din ji ber çapemeniya alîgir bêbaweriya raya giştî ya ji bo çapemiyê re eşkere kir.
“Ger ez ewqas pere ji bo fatûreyên elektrîk, avê û yên din bidim ez ê birçî bibînim”
Yekem kesa ku em pê re axivîn Nezaket Ada bû. Nezaket Ada li parka ber mizgefta Şîşliyê bi firotina xwarinên çûkan debara xwe dike. Nezaket Ada ku hevjînê wê jî xwediyê mûçeya malnişîniyê ye wiha diaxivê: “Me berê bi mûçeya malnişîniyê debara xwe dikir lê ev du sal in ew jî nîn e. Ez ji dil dibêjim. Vê gavê ez ûtî û firinê bi kar naynim. Ez dem bi dem makîneya cilşûştinê û firaqşûştinê bi kar tînim, fatureya ceyranê ji min re 400 lîre te. Gelo ev rewa ye keça min? Fatûreya ku dema min bi kar dianî nedihat, niha her çend ez bi kar naynim jî tê. Jixwe dahata min çiqas e? Ger ez ewqas pere ji bo elektrîk û fatûreyan bidim ez ê birçî bimînim. Nan jî bûye sê lîre. Xwediyê malê bi çar çavan dinêre û dibêje "Hûn ê kengî derkevin ku ez bikaribim bi du milyar û nîv an ji sê milyaran xaniyê xwe bidim kirê." Mixabin edî merhemet jî nemaye. Li bazara serbeste her kes wekî ku dixwaze tevdigere. Em dixwazin sozên ku hatine dayîn bi cih bên. Yek ji sozên ku hatin dayîn pêk nehat. Em di rewşeke dijwar de ne. Mînak derdikeve televîzyonê û dibêje 'me ji marketan re got, elektrîk ewqas e.' Ev tenê gotin dimînin. Tu awayî tu venêrîn û kontrol tune ye. Her kes li gorî serê xwe hespê xwe dibezîne. Tişta ku dibe ji gelê xizan re dibe. Bi gelemperî em mirovên ku bi mûçeya asgarî dijîn in. Tu dibînî, ez xwarîna çûkan difroşim. Hevjînê min malnişîn e. Tiştekî ku ez bikim tune ye. Elî tê bêrîka xwe tijî dike, Velî tê bêrîka xwe tije dike. Ez der barê me de tiştê baş dixwazim. Piştî vê demê divê mirov êdî hişê xwe bîne serê xwe û çavên xwe baş veke.”
“Tiştekî tirsnak e”
Kesa duyemîn ku em pê re axivîn li Osmanbeyê dijî. Ji ber ku ew naxwaze navê xwe bide em kamerayên xwe berjêr dikin, dikşînin. Ew hem behsa lêçûnên jiyanê hem jî li ser zehmetiyên ku wekî karsaziyek piçûk pê re rû bi rû dimîne dike:
“Tiştekî tirsnak e. Binêre, fatureya elektrîke ya mala min 200 lîre dihat. Niha 495 lîre hat. 495 lîre tê çi wateyê? Ew li gorî serê xwe dinivîsin. Li gorî min ev ji bo mirovên wî torpîl e. Bi tu awayî bi serfkirina elektrîke re eleqaya wê tune ye. Em ditirsin firina xwe vêxin, li televîzyona xwe temaşe bikin. Em xwediyên cihê kar in. Em nikarin qezenc bikin, em nikarin heqê karkerên xwe bidin. Ew jî hem dilê me dişewitîne hem jî me diêşîne. Ez nikarim li mala xwe xwarinê bixwim. Ez ji ber hizra wan nikarim bixwim. Ez nikarim bi mûçeya malnişîniyê bijîm. Ez tenê bi mûçeya malnişîniyê dikarim benzîna wesayîda xwe tijî bikim. Berê min depoyek bi 300 lîre tijî dikir, niha ez bi 900 lîreyê tijî dikim. Divê ev hikûmet bê guhertin. Divê hilbijartinek pêk were. Ji mirovan re heyf e, guneh e. Mirovan di nava çopê de nan kom dikin hene.”
"Min sobe danî"
Kifayet Şahîn a 71 salî jî yek ji wan kesan e ku hewl dide debara xwe bi mûçeya malnişîniyê bike dibêje: “Em nikarin bi mûçeya malnişîniyê debara xwe bikin. Em du kes in ditirsin elektrîkê bi kar bînin. Ûtî tune ye, tu tiştek tune ye. 200 lîre hat. Berê 70-80 lîre dihat. Em pergalek bi tendurist dixwazin û bila mûçeyên me têra derbara me bike. Dema em dibêjin elektrîk, av, gaza xwezayî, em tenê behsa fatûreyan nakin, em nikarin debara xwe bikin. Ez sobeyê bi kar tînim. Mala min mezin e, ger gaza xwezayî bi kar bînim, nikarim debara xwe bikim. Min sobe danî, em sobeyê bi kar tînin.”
Hem xwendekar e hem jî dixebite
Piştî Kifayet Şahîn em rastî du jinên ku di dawiya mesaiyê de li ber AVM’a Cevahîr bêhna xwe vedidin, tên. Ji ber ku dixebitin naxwazin rûyê xwe nîşan bidin û navê xwe bibêjin. Lê derdê wan pir zelal e. Yek ji wan hem xwendekar e hem jî dixebite, wiha dibêje:
“Dema ez diçim malê tenê dikarim bipirsim ka nan an av heye? Xwezî tenê ji bo mûçeya asgarî zam hatibûya. Yanî bila her tiştê din li cihê xwe bisekine. Ji bo wê jî helbet em nikarin debara xwe bikin. Debar çawa tê kirin? Bi saya pereyê beranber ê ku bankayan dane me. Krediyan, qertên kredî û hwd. Ez xwendekar im û nîvê rojê dixebitim. Di nîvê her mehê de, di 15’ê mehê de, ez li benda prîman im. Bila malbata min piştgiriya min bike.”
Hevala wê jî dibêje ku di mala du kes dijîn de 651 lîre fatureya gaza xwezayî hatiye û dibêje: "Tevî ku em ne li mal bûn jî ev fatûre hat. Her çend ez û hevjînê xwe bi hev re bixebitin jî ev hejmarek pir zêde ye. Dema mijar dibe cereyan, av, înternet û aîdat... Bi rastî jî ger kesek bi tenê bixebite ne mimkûn e, divê du kes bixebitin.”
"Ger hûn biweşînin ez ê biaxivim"
Kesa ku herî dawî ji bo mîkrofona me axivî Afra Çobanoglu ya 33 salî ye. Afra Çobanoglu ya ku bi gotina "Ger hûn biweşînin ez ê biaxivim" dest bi axaftina xwe kir, li Erziromê dijî wiha dibêje:
“Erzirom cihekî hîn zêdetir sartir e. Ger hûn gaza xwezayî kêm bişewitînin hûn ê bicemidin ger zêde bişewitînin fatûre zêde tê. Elektrîk jî wisa ye. Ez nafikirim ku ew ê rast bibe. Ez nizanim hikûmeta piştî vê bê dê çawa çareser bike. Em di rewşeke pir xerab de ne. Dema em diçin sûkê tişta herî biçûk jî ji 20-30 lîreyî kêmtir nîn e. Divê dewleteke civakî hebe, pêwîstiyên bingehîn ên mirovan pêk bîne û wan neke mexdûr. Lê ev jî zehmet e.”