Ji ber bombarana dewleta Tirk dar û baxçe şewitîn

Li quntara Çiyayê Metînayê di encama bombebarana balafirên şer ên Tirkiyeyê de li gundan şewat derket û bax û darên gundiyan bûn xwelî.

Navenda Nûçeyan- Balafirên şer ên dewleta Tirkiyeyê duh deverên gundên Kanê û Sêgirê yên li sînorê Başûrê Kurdistanê yê Amediyê  ku dikevin quntara Çiyayê Metînayê bombebaran kirin û di encamê de şewat derket. Li gorî agahiyan şewat ji duh ve didome, bi sedan darên kevnar û bax û darên nava baxçeyên welatiyan şewitîne.

Hat diyarkirin ku tîmên agirkujiyê ji bo vemirandina şewatê neçûne deverê, welatî bi derfetên xwe hewl didin agir vemirînin.