Ji Başurê Kurdistanê bang: Li dijî êrişan bibin xwedî helwest
Çalakvana siyasî Geşe Dara bal kişand ser êrişên li ser Bakur û Rohilatê Sûriyeyê û got: “Divê Kurdên li her aliyê Kurdistanê ji bo Rojava xwe berpirs bibînin û li dijî êrişan bibin xwedî dengek û helwestek.”
DÎDAR ŞEHLA
Silêmanî – Êriş û dagirkeriya çeteyên girêdayî dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 27’ê Mijdarê ve didomin. Ji bo şêniyên ku ji wan herêman koçber bûne li Başûrê Kurdistan pêngava ji bo komkirina alîkariyê ji bo Rojavayê Kurdistanê hatiye destpêkirin. Lê belê ji ber girtina deriyê Sêmalka ji aliyê PDK’ê ve, girtina alîkariyê sînordar e her wiha koçber ji ber vê rewşa ku heye nikarin biçin başûrê Kurdistanê.
‘Divê em hemû xwedî yek deng û yek helwest bin’
Çalakvana siyasî Geşe Dara der barê rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê û hebûna êrişên çeteyên girêdayî dewleta Tirk li herêmê axivî û diyar kir ku divê li her aliyê Kurdistanê Kurd li hemberî van êrişan xwedî yek deng û yek helwest bin. Geşe Dara wiha got: “Niha Rojavayê Kurdistanê di rewşeke giran de ye û rû bi rûyî êrişek mezin e. Em Kurd li her aliyê Kurdistanê divê li dijî vê rewşê bibin xwedî yek deng û yek helwest û vê nîşanî hemû dost û neyaran bidin. Bi taybetî Kurd li başûrê Kurdistanê divê di berpirsyariya erkên xwe rabin. Divê em xebatên xwe di warê mirovî, siyasî û banga li rêxistinên mafên mirovan ên cîhanê de bikin.”
‘Kurd yek deng in’
Geşe Dara têkildarî girtina deriyê Sêmalka li ser koçberên Rojavayê Kurdistan wiha got: “Ev pirsgirêk gelek kevn e, beriya 11 salan, di dema şerê DAIŞ’ê û koçberbûna Kurdên Rojava de, ez û çend parlamenterên din ji bo vê pirsgirêkê çûn sînor, bi riya zextê deriyê sînor li koçberan hat vekirin. Wê demê em dikaribûn, bi riya pêwendî û zextê deriyê sînor vekin û beşek zêde ya koçberan li Silêmanî û hinekên din jî li kampek Hewlêrê bi cih bûn. Niha jî divê deriyê sînor ji bo koçberan were vekirin. Çi ji bo hatina Başûr be, çi ji bo gihandina alîkariyan be. Divê em zarokên wan weke zarokên xwe bibînin. Divê sermayê de bê cil û berg û xwarinên pêwîst çawa dikarin bijîn? Ji ber wê divê desthilatdar bizanibin, di pirsgirêka neteweyî de Kurd li her parçeyê yek deng in.”
‘Girtina deriyê Sêmalka binpêkirina destûra bingehîn e’
Geşe Dara da zanîn ku girtina deriye sînor ê Sêmalka binpêkirina destûra bingehîn û zagonan e û wiha domand: “Ji ber ku bi biryara parlamentoyê ev deriyê sînor hatiye vekirin û tenê ji bo berjewendiyê kesên desthilatdariyê dikare were bikaranîn. Ji ber van aloziyên siyasî yên ku hene, di navbera herdû bajarên Silêmanî û Hewlêrê de cudahî tê kirin. Li Silêmanî rê didin hebûna Rêveberiya Xweser a Rojava lê belê li Hewlêrê rê nedin. Di zagonê de herdû bajar ên Başûrê Kurdistan ne tu cudahiya wan tune ye.”
‘Di berxwedana Kobanê û Efrînê de Kurdan yekitiya xwe nîşan dan’
Geşe Dara di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Kurdên Başûrê Kurdistan bi temamî berpirsyariya xwe ya li hemberî vê mijara neteweyî nîşan dane. Ev yekitiya Kurdan di vê pirsa neteweyî de dibe xwedî hêzeke mezin. Divê were bîra me dema dewleta Tirk Kurdan li Efrînê qetil dikir, Kurdan gelek baş li dijî rejîma Tirk berxwedan raber kirin her wiha di berxwedana Kobanê de bi heman awayî Kurdan yekitiya xwe nîşan dan.”