Ji Atolyeyên Jineolojiyê hevdîtina xwîneran

Atolyeyên Jineolojiyê, li ser hejmara dawî ya bi sernavê "Mêtingerî" hatibû weşandin, dê hevdîtina têkel a xwîneran pêkbîne.

Navenda Nûçeyan - Atolyeyên Jineolojiyê yên Stenbolê xwe amede dikin ku li Navenda Çand û Hunerê ya Mezopotamya (NÇM) hevdîtina xwendekarên Kovara Jineolojiyê pêk bînîn.

Dê li ser hejmara kovarê ya 25'emîn ya ku bi sernavê "Mêtingerî" hat weşandin niqaş bên kirin. Endamên Lijneya Weşanê ya kovarê Rojda Yildiz û Ceyaylan Çagir jî wê wekî axaftvan tevli vê hevdîtine bibin. Hevdîtin dê di 27'ê Tebaxê roja Şemiyê saet di 14.00'an de li NÇM'ê bê lidar xistin. Her wiha hat parvekirin ku dê mêr jî bikaribin tevli hevdîtina xwîneran bibin.