Ji Amedê bang: Neyên lîstokan, vê pergalê biguherînin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan ji welatiyan xwest ku dengê xwe ji aliyê demokrasiyê ve bikarbînin.

Amed- Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, têkildarî tûra 2’emîna hilbijartinên serokomariyê li Otela Anmon Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin.

Parlamenterên Partiya Keskan û Pêşerojê ya Çep (Partiya Çep a Kesk) Sevilay Çelenk, Meral Daniş Beştaş, Cengîz Çandar, Mehmet Kamaç, Kamuran Tanhan, George Aslan, endamên MYK'ê yên HDP'ê, Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk a Amedê Pinar Sakik û Abbas Şahîn, Hevserokên HDP'ê ya Amedê Gulîstan Atasoy û Zeyyat Ceylan tevlî civîne bûn.

‘Tevî hemû astengiyan jî serkeftinê bi dest xist’

Toplantıda ilk olarak konuşan Pervin Buldan, ikinci tur seçim çalışmalarını tamamladıklarını belirterek, 14 Mayıs’ta gerçekleştirilen seçimin sonuçlarına dair su değerlendirmeyi yaptı:

Em ê ji bo hilbijartina serokomariyê ya tûra duyemîn vê civînê li dar dixin û tevî hemû astengiyan jî wan wek Partiya Çepên Kesk di hilbijartinê de serkeftinê bi dest xist. Bûldan anî ziman ku hilbijartina serokkomariyê ya tûra duyemîn ji bo siberojek demokratîk û aştiyane gelek girîng e û got: “Hilbijartina 28’ê Gulanê ji bo guhertinê dîrokek girîng e. Helwesta me ya tûra yekemîn wê di tûra duyemîn de jî berdewam bike. Biryardarî û helwesta me di tûra yekemîn de nîşan da em di tûra duyemîn de jî nîşan bidin. Çimkî siberoj me eleqedar dike. Heke Serokkomarê AKP’yî Erdogan bi ser bikeve tê wê maneyê ku dê gelên Tirkiyeyê carek din bênefes bimîne. Ez vê pir eşkere dibêjim. Lewma divê Erdogan biçe û heke ew biçe dê civak rehet bibe. Hemû polîtîkaya tifaqa AKP-MHP’ê li ser dijmintiya kurdan e. Divê em ji vê dijminatiyê rawestînin.” 

‘Ev hilbijartin wê qedera Tirkiyeyê biguherîne’

Pervîn Bûldan ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokomariyê banga beşdariyê li gel kir û wiha got: “Ev hilbijartin pir dîrokî ye. Ya em ê ronahiyê hilbijêrin û tercîh bikin an jî em ê tarîtiyê tercîh bikin. An em ê faşîzmê tercîh bikin an jî em ê demokrasiyê tercîh bikin. Bi rastî jî ev hilbijartin pir dîrokî ye û girîng e. Ev hilbijartin wê qedera Tirkiyeyê biguherîne. Di serî de em spasiya gelê Amedê, gelê kurd û hemû gelên Tirkiyeyê dikin ku piştevaniya partiya me kirin. Em carek din dixwazin bangî gelê kurd û hemû gelê Tirkiyeyê bikin; guhertina qedera Tirkiyeyê di destê me de ye. Em di 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqan û piştgiriyê bidin guhertinê. Em ê bi vê hilbijartinê siberoja xwe diyar bikin. Em carek din bang li gelên Tirkiyeyê dikin biçin ser sindoqan û xwedî li sindoqan û rayên xwe derkevin.”

 Ahmet Turk: Neyên lîstokên hin kesan

Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk jî destnîşan kir ku ew ê li dijî faşîzmê dê helwesta wan demokrasî be û di tûra duyemîn de banga piştevaniya Kiliçdaroglû kir. Turk anî ziman ku hilbijartina tûra yekemîn û tûra duyemîn gelek girîng e û wiha got: “Sancoyên guhertinê û veguhertinê bi me re çêbûne. Helbet tercîha me ne ji bo kesan e. Em ji bo siberoja gelê kurd û Tirkiyeyê têdikoşin û em li gorî wê tev li hilbijartinê dibin. Helbet nîqaşên li ser nijadperestiyê şikestinek bi gelê me re çêkiriye. Ji vir nemaze dixwazin gazî ciwanên me yên hêja bikim; nebî nebî neyên lîstokên hin kesan. Ger hûn sindoqan protesto bikin û neçin ser sindoqan wê bi kêrî Erdogan were. Ez dixwazim hûn bi vê hişmendiyê û zanebûnê biçin ser sindoqan.”