Ji aliyê polîsên Arizona ve li dijî nifûsa reşik û xwecî cihêkarî

Hat diyarkirin ku Midûriyeta Polîsan a Phoenix a li eyaleta Arizona ya DYE’yê li dijî nifûsa reşik û xwecihiyan cihêkariyê dike û hêzeke bê sînor bi kar tîne.

Navenda Nûçeyan- Der barê lêpirsîna ku 3 sal berê der barê cihêkariya Midûriyeta Polîsan a Phoenix a li eyaleta Arizona ya DYE’yê li dijî nifûsa reşik û xwecihiyan de dabû destpêkirin de ji aliyê Wezareta Edaletê ve daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hat tesbîtkirin ku polîsên Phoenix li dijî Destûra Bingehîn û qanûnên federal ên DYE’yê tevgeriyane.

Helwesta polîsên Phonix a li dijî zarokan jî bi fikar e

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser wê yekê ku efserên midûriyeta polîsan dema cîbicîkirina zagonan li dijî gelên reşik, Îspanyolî û xwecih yên DYE’yê cihêkariyê dikin û ev efser bi awayekî neqanûnî welatiyên bêmal jî binçav kirine. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku Wezareta Edaletê ji ber helwesta polîsên Phoenix a li dijî zarokan bi fikar e.

Hat destnîşankirin ku ji bo parastina mafên sivîl û ewlehiyê li Phoenix reformên bi wate tên kirin.