Ji Şengalê heta Yêrêvanê Êzîdî bîra neteweyî diparêzin

Êzîdî li Perestgeha Mîr Dîvan, ku li herêma Armavîr a Ermenistanê hatiye avakirin, kom bûn. Di bîranînê de hem êşa rabirdûyê û hem jî îradeya parastina nasnameya xwe derket pêş: "Em li vir in û em ê bimînin."

Ermenistan – Di sibeha roja dawî ya havîna îsal de, piştî rêwîtiyeke saetekê, em gihîştin gundê Aknalîç ê li parêzgeha Armavîrê, 35 kîlometre li rojavayê paytexta Yêrêvanê ye. Rêwîtî qerebalix bû, rêzikên otomobîlan dirêj bûn û ev yek me neçar kir ku hêdî bimeşin. Dema em gihîştin, merasîmên bîranîna li ber qubeya Perestgeha Mîr Dîwan hêj dest pê nekiribûn, lê cih bi girseyeke mezin a mirovan, ku piraniya wan Êzîdiyên Kurd bûn, dagirtî bû.

Li dûriyekê zêdetirî hezar metreyan ji deriyê sereke yê perestgehê, rê dibe qadeke zindî, mîna sûkeke çandî ya sembolîk. Li vir firoşkar bi perçeyên bîra dîtbarî û ayînî ya Êzîdiyan re radiwestin. Berî ku lingên mêvanan bigihîjin deriyê pîroz, zava di nav behreke sembol, wate û bîranînan de difetile, ku taybetmendiyên nasnameya Êzîdî çêdikin. Firoşkar xalîçeyên kevneşopî li erdê belav dikin an konên biçûk datînin, ku tê de tiştên ku her yek çîrokeke dirêj a êş, rizgarî, baweriya kûr û bedewiya di ruh de vedibêje, pêşkêş dikin.

Peykerên Tawûsan pîroz û sembola sereke ya ola Êzîdî, bi mezinahî û materyalên cihêreng, ji darê xêzkirî heta metalê zêrîn û şîna ezmanî ya ku di bin tîrêjên rojê de dibiriqe, têne nîşandan. Tavên zêrîn, yek ji sembolên herî kevn ên kozmîk ên vê olê, li ser derî û dîwarên konan têne daliqandin, mîna ronahiyek ku ji kûrahiya dîrokê derdikeve. Digel wê, alayên Êzîdî yên sêrengî, bi tevliheviya sor, zer û spî, bi her bayekê bîra berxwedana li dijî qirkirinan tîne ziman.

Zînetên destan bi sêwiranên tav û tawûsan, ku ji kevneşopiyên hunerî yên Êzîdî hatine îlhâmkirin, li ser qumaşên qedîfeyî têne pêşkêşkirin. Peykerên biçûk ên Perestgeha Laleşê jî ji bo ziyaretvanan wek bîranîn têne firotin, ligel berhemên çandî yên din, mîna kartpostalan ku kesên di komkujiya Şengalê de hatine qetilkirin nîşan didin û pirtûkçeyên li ser dîroka Êzîdiyan. Ev sûk ne tenê cihê kirînê ye, lê qadeke vedîtina nasnameyê û diyaloga çandî ya zindî ye. Di vê rêyê de ziman li hev tên, bîranîn têne parvekirin û her tişt dengekî ji kenarên dîrokê hildigire.

Nexşeyeke dîrokî ya berxwedanê

Li cihekî, peykerê Andranîk Ozanyan, fermandarê Ermenî, wekî nîşanek ji berxwedanê radiweste. Ev peyker ne tenê bîra emîrekî şer tîne, lê birîneke kûr a di bîra kolektîf a gelê Ermenî de jî bi bîr dixe. Di dawiya sedsala nozdehan de, wî çek hilgirtiye li dijî Împaratoriya Osmanî ji bo parastina gelekî ku bûbû qurbaniya bernameyeke sîstematîk a qirkirinê. Li tenişta vê peykeryê, xaçê şandî yê Ermenî bi tava Êzîdî re li hev tê, wek sembolek ji hevjiyana olî û çandî ya du gelên ku êşa qirkirin, koçberî û zordariyê kişandine. Ev sembol ne tenê îfadeyeke hunerî ye, lê qîrîneke bêdeng e li dijî împaratoriyekê ku bi navê olê beden û ruhên bi hezaran jin û zarokên Kurd û Ermenî şewitandin û şaristaniyan kirin xwelî. Niha, ev peyker û xaç ji nîşaneyeke dîrokî wêdetir in; ew bîranîneke ji hewcedariya dadmendiyê, sembola êşa hevpar, û bendeke kûr di navbera gelên ku dîrokê hewl da dengên wan bêdeng bike, lê ew hê di dilê kevir û ronahiyê de diqîrin.

Peykerên ku çîrokên dîrokê vedibêjin

Ez hêdî hêdî di navbera peykeryan de meşiyam, mîna ku ez di nav rûpelên pirtûkeke hê nenivîsî dimeşim. Her peykeryê di bêdengiya xwe de çîrokek digire, çîrokeke veşartî ya rûmet û êşê, berxwedan û xiyanetê ku pirtûkên fermî cesaret nekirine binivîsin. Kevirên li vir ne tenê made ne, lê bîreke ku dipeyive, razên xwe ji kesên ku bi dilsozî lê mêze dikin re vedibêje. Hinek ji wan jinên ku li hember jibîrkirinê şer kirine temsîl dikin, hinek şûrê fermandarekî ku dîrokê dadmendî pê nekiriye bilind dikin û hin jî rûyê zarokekî ku berî fêrbûna axaftinê xemgîniyê nas kiriye nîşan didin. Ev rê ne tenê rêçeyek di navbera berhemên hunerî de ye, lê derbasbûneke di kûrahiya Kurdistanê de ye, ku kevir tiştên ku dem bêdeng kiriye dipeyive û rastî bi nexşên ku nayên jêbirin diqîre.

Perestgeha Mîr Dîwan

Dema ez gihîştim deriyê din, min Perestgeha “Quba Mîr Dîwan” bi rengê xwe yê spî yê geş dît, ku di nav qadeke kesk de wek elmasê dibiriqe. Ev perestgeha ku di Îlona 2019’an de hate vekirin, mezintirîn perestgeha Êzîdî ya cîhanê ye, ku ji qubeya Lalişê ya navdar a li Herêma Kurdistanê jî mezintir e. Bilindahiya qubeya wê ya sereke 25 metre ye û heft qubeyên din li dora banê navendî yê kemerî bi ahengeke mîmarî ya bêhempa hatine danîn. Li tenişta qubeyê, dibistana xwendina olî û muzexane hene ku bi hev re navendeke çandî û manewî ya yekgirtî ava dikin. Ev perestgeh ji bo Melek Tawûs û heft milyaketan di baweriya Êzîdî de hatiye veqetandin ku heşt qubeyên wê sembola milyaketan in û her yek bi taveke zêrîn hatiye xemilandin ku haleteke pîrozî û sembolîzmeke kûr dide cihê.

Goristana Êzîdî

Li milê rastê yê perestgehê, li hember Quba Mîr Dîwan, goristana Êzîdî bi aramiyeke biheybet radiweste. Lê ev aramî ne bê liv e. Ez di navbera goran de dimeşim û li wêneyên li ser kevirên goran dinêrim, ku dirêj in mîna dirêjkirina zemanekî neqediyayî. Ev wêne bi jiyanê têne, tevî mirinê û çîrokên neqediyayî bi min re dipeyivin: keçek ku xewnên zarokatiya xwe temam nekir, jin an mêrek ku barê nifşekî zordestîkirî hilgirtiye berî ku temenê wî/wê biqede.

Bayê ku di navbera kevirên goran de diherike, dengekî ecêb derdixe, mîna ku dengê wan kesan be ku wêneyên wan ne tenê bîra mirina wan. Lê hebûna wan a ji erdê derdikeve jî nîşan didin. Li vir mirin ne dawî xuya dike, lê veguherîneke din e, şêweyekî nû yê jiyanê, ku di navbera bîr û jibîrkirinê, di navbera kevir û hesretê de diheje.

Merasîm û govend

Ji nişka ve, axaftvanên merasîmê straneke şa di hewayê de belav dikin, û min ji tenêtiya di nav goristana Êzîdî derdixin. Ez bi kesên din re ber bi govend û stranê ve diçim. Jin û zarokên bi cilên Kurdî yên spî, sembola pakî û vejînê û serbandên rengîn ên ku di bayê de dihejin, dibînim. Her têlek ji van serbandan mîna qîrîneke ji dilê dîrokê ye. Ev reng ne tenê xeml in, lê çîrokên xemgîniya rabirdûyê, rizgarî û berxwedana li hember mirin û jibîrkirinê ne. Zarokên ku dibe ku dayikên wan di çiyayan de ji DAIŞ’ê xwe veşartibin, niha di bin tîrêjên rojê de bi çavên tijî hêvî û bîranînên giran ên êşê dimeşin.

Jinên Êzîdî: Em hê li vir in

Jinên Êzîdî, bi hebûna xwe ya bêdeng û bi hêz, peyameke zelal didin: “Em hê li vir in.” Serbandên rengîn ên ku li xwe dikin ne tenê xeml in, lê ragihandina jiyanê li hember mirinê ne, dijberiyeke bi hêz li hember yekrengiya ax û keviran. Her reng mîna qîrîneke li ser dîwarê bêdengiyê ye, rêzek ji daxuyaniyeke femînîst a ku jibîrkirinê qebûl nake.

Di vê wêneya zindî de, jiyan ne tenê piştî qirkirinê berdewam dike, lê radibe da ku ragihîne ku berxwedan ne kiryareke demkî ye, lê cewhera hebûnê bi xwe ye. Ev jin ne tenê bîra êşê hildigirin, lê ji têlên wê cilê rûmetê diweşînin, ku di ber bayê de diheje û ji cîhanê re dibêje: “Em li vir in û em ê bimînin.”

Merasîma zindî

Girseyeke ku niha ji çend saetan berê gelekî mezintir bûye, cih wek maweyeke jiyan û hêviyê dagirt. Ji her aliyê meydanê, dengbêjên Kurdî yên şa ji bilûran derketin, stranên ku bêhna azadiyê, birînên saxbûyî û axa rizgarkirî jê tê. Jinên bi cilên rengîn, mêrên bi şal û pantolên Kurdî, û zarokên bi çavên tijî jiyan, destên hev digirin û bi hêz lingên xwe li erdê dixin di govenda Kurdî de, mîna ku axê hişyar dikin, mîna ku li ser laşê tirs, dagirkerî û zordariyê govendê digerînin. Her gavê wan dijmin hezar caran defin dike. Qîrîna serkeftinê ne ji qirikê, lê ji dil derdikeve. Şanazî min dagirt, lê xemgîniyeke ecêb di qirika min de diheje, çavên min ji xemê dişewitin. Kameraya xwe hildigirim da ku van kêlîkên bîranekê tomar bikim, lê çavên min êdî nikarin bibînin, ji ber ku hêsirên şahiyê perdeyeke ji rastiya zelal li ser wan daxistiye. Ev ne tenê govend e, lê dîmeneke zindî ya vegerandina jiyanê, rawestana li ser piyan û berxwedana li hember jibîrkirin û mirinê ye.

Merasîmên bîranînê

Piştî saetên govenda bêrawestan, çemberên ku bi lingên xwe yên bi hêz erdê dihejiyan û bi destên xwe yên girêdayî hêdî hêdî belav bûn. Girse ber bi qada navendî ya şanoyê ve çû. Bêdengiyeke bi heybet li atmosferê belav bû, bêdengiyeke ne asayî, lê bi hurmet û bendewariyê. Axaftin dest pê kirin, yekem “Baba Cawîş”, bavê manewî yê Êzîdiyan, bi rûyê xwe yê bi rûmet û axaftineke bi xemgînî û hêvî têkel, ji dilê dîroka Êzîdî ya birîndar û berxwedêr axivî. Wî behsa êşa ku nifşan di bîra kolektîf de hilgirtiye kir, bêyî ku felaketên ku ne tenê beden, lê ruhên Êzîdiyan jî armanc kirine ji bîr bike, û tekezî li ser hewcedariya parastina mîrateya ku îro bi vê merasîmê tê zindîkirin kir.

Hin endamên Meclisa Rûhanî ya Êzîdî jî axivîn, bal kişandin ser karesata Şengalê, xiyanet û bêdengiya cîhanî, bi giranî li ser nûavakirin, mayîn û vegerandina kokan rawestiyan. Her gotineke wan mîna pençeyekê bû ku dîrokê ji nîrê jibîrkirinê derdixist. Piştî van kêlîkên giran, dengê amûran û stranê dîsa bilind bû, lê vê carê ne tenê ji bo şahiyê, lê ji bo serhildanê, ji bo îspatkirina hebûnê, ji bo berxwedanê. Xuya bû ku navika Kurdan bi stran û muzîkê hatiye qutkirin; ev ne tenê amûrên şahiyê ne, lê rêyên mayînê, zimanê nasnameyê û qîrîna hebûnê ne. Dengê defê bi gavên bi hêz ên mirovan re têkel dibe, û vê carê ev ne tenê govend e, lê jiyan bixwe vedigere meydanê.

Yekîtiya Êzîdiyan

Di vê merasîma bêhempa de, Êzîdî ji çar aliyên cîhanê, ji welatên Ewropayê, bajar û gundên Rûsyayê, çiyayên Qafqasyayê, deştên Herêma Kurdistanê, berxwedana Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê, bi zaravayên xwe yên taybet, cil û bîranînên axa xwe, lê bi dil û êşeke hevpar, li hev civiyan. Ev hebûna berfireh ne tenê kombûnek bû, lê ji nû ve afirandina nasnameyê, zindîkirina hevgirtinê û temsîlkirina zindî ya neteweyekê bû ku ji dîrokeke cihêreng lê birîndar derketiye, da ku biqîre ku ew hê di têkoşînê de ye û ji bîra xwe re dilsoz e.

Piştî êrîşa terorîst a DAIŞ’ê li ser Şengalê, ku bi hezaran jin û zarokên Êzîdî di ber çavên cîhanê de bûn qurbaniyên koletiya zayendî û mirinê, Êzîdî ne tenê hezkiriyên xwe winda kirin, lê parçeyek ji tevnê xwe yê çandî, olî û dîrokî jî winda kirin. Avakirina van perestgehan li Ermenistanê, ku beşeke mezin a civaka Êzîdî piştî koçberiyên dîrokî lê penah girt, hewldanek bû ji bo zindîkirina ruhê kolektîf, nûavakirina bîra olî û xurtkirina cihê vê neteweyê, ku bi gelemperî di nav herêmeke ku hem penageh û hem jî sirgûn bû, sirgûnkirî bû.