Ji Şebnem Korur Fîncanci re kart hatin şandin

Hempîşeyên wê û parêzvanên mafên mirovan, ji Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci ya di girtigehê de tê girtin re qerta piştevaniyê şandin.

Stenbol- Ji Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fincanci ku der barê lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî de daxwaza lêpirsînê kir û bi hedefnîşandanê hat girtin, qertên piştevaniyê hatin şandin. Bi vê boneyê, gelek xebatkarên tenduristiyê, parastvanên mafên mirovan, nûnerên ked û rêxistinên pîşeyî, rêxistinên civaka sivîl û Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn li pêşiya Postaxaneya Mezin a li Sîrkeciyê hatin ba hev. Hat dîtin ku avahiya Postexaneya Sîrkeciyê bi sedan polîsan û gelek wesayîdên ji bo binçavkirinê hat dorpêçkirin.

‘Qedexeyê weke hincet nîşan dan’

Kesên ku li pêşiya postexaneyê kom bûn ji Şebnem Korur Fincanci re qert nivîsandin. Polîsên ku biryara qedexeya çalakiyan a Qeymeqamtiya Fatîhê weke hincet nîşan dan, diyar kirin ku dê destûra daxuyaniyê nedin. Li ser vê yekê komê got ku dê qertan bişînin û li pêşiya postaxaneyê wêneyên bi qertan kişandin. Polîsên ku destûr nedan girse pankartê veke, girseyê xistin dorpêçê û rojnamegeran ji qadê dûr xistin. Piştre jî kesên di nava girseyê de yek bi yek ji dorpêçê derxistin.

Hat diyarkirin ku qertên ji bo Şebnem Korur Fincanci hatine amadekirin dê piştî nîvroyê bi awayekî giştî bên şandin.