Ji Şaredariya Mezin a Amedê destûra 8 adar û 25’ê Mijdarê

Di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û TUM BEL-SENê de Peymana TÎS hate îmzekirin. Wê di 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê de roja destûrê be, wê mehê carekê destûra regl bikarbînin.

Navenda Nûçeyan- Di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Sendîkaya Kedkarên Xizmetguzariya Hemû Şaredarî û Rêveberiyên Herêmî (TUM BEL-SEN) de Peymana Kar a Kolektî (TÎS) hate îmzekirin.

Li gora peymanê ji bo jinên ku di şaredariyan de dixebitin 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê û 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Cîhanê wê destur were dayîn, jin wê di heman demê de karin mehê rojekê destûra regl bikarbînin. 

‘Jin dê mehê rojekê destûra regl bikarbînin’

Di hûrgûliyên peymanê de ev tişt hate gotin:

“Wê ji bo ên di xebitin salê çar caran îkramiye were dayîn. Tezmînata hevsengiya civakî hat nûkirin ku her mehê di 15'ê mehê de bê dayîn. Di peymanê de rojên taybet nehatin jibîrkirin. Karkerên jin, 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê û 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Cîhanê; Karkerên astengdar jî dê di 3'yê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanê û 10-16'ê Gulanê Hefteya Astengdaran de ji bo rojekê betlaneya îdarî karibin bi kar bînin.”  Di peymanê de hat diyarkirin ku xebatkarên jin wê mehê rojekê betlaneya reglê bi karbînin û xebatkarên ku di zewaca pirzewacî de ne dê ji peymanê sûd wernegirin.