Ji Încî Hekîmoglu parvekirinên wê yên li ser medya dîjîtal hat pirsîn

Rojnamevan Încî Hekîmoglu ya hatibû binçavkirin hat berdan. Hat zanîn ku parvekirinên wê yê li ser medya dîjîtal di bin çavan de jê hatiye pirsîn.

Navenda Nûçeyan – Rojnamevan Încî Hekîmoglu ya duho danê siharê li Îzmîrê hatibû binçavkirin piştî îfadeya wê ya emniyetê, hat berdan.

Hat zanîn ku Încî Hekîmoglu bi hinceta parvekirinên xwe yên di pêvajoya çareseriyê de, hatiye binçavkirin. Ji rojnamevan Încî Hekîmoglu ya bi îdiaya ‘endama rêxistinê’ hatibû binçavkirin, çar parvekirinên wê yên Twitterê hat pirsîn.

Hat zanîn ku di nav parvekirinên Încî Hekîmoglu yên di binçavkirinê de jê hatiye pirsîn wêneyê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî û wêneyê jinekê ku li Rojava hatiye qetilkirin jî heye.

Rojnamevan Încî Hekîmoglu piştî hat berdan pêyamek spasiyê ji bo hempîşeyên xwe parvekir