Ji Êlih û Mêrdînê bang: Hûn ê biçin em ê bimînin
Li sê bajaran li şarderiyan qeyûm hat danîn, gelê ku li ber Şaredariya Mêrdînê kombûn bertekên xwe nîşan dan û gotin: “Hûn ê biçin em ê bimînin.”
Mêrdîn – Ji aliyê Wezareta Karên Hundirîn li ser şaredariyên mezin ên Mêrdîn, Êlîh û Xelfetiyê qeyûm hat danîn. Polîsan pêşiya şaredariyan bi barîkatan girtin, nehiştin ku hevşaredar têkevin avahiya şaredariyê. Bi biryara tatnkirina qeyûmê re Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Mêrdînê Devrîm Demîr, Ahmet Turk û parlamenter Salîha Aydenîz û Bêrîtan Guneş hatin şaredariyê. Kedkarên şaredariyê, gel ji bo protestokirina qeyûm hatin ber şaredariyê. Piştî bertekan hevşaredar, parlementer û xebatkarên şaredaroyê xwestin têkevin şaredariyê. Lê polîs wan astengkir. Gel dijî vê hatin cem hev û dirûşmeyên “em bi îradeya xwe xwedî li kesên hatin hilbijartin derkdikevin’ polîsan êrîşê gel kir. Gel ji polîsên ku nehiştin hilbijartî bikevin avahiya şaredariyê gotin, “Ew hilbijartiyên gel in. Gelo wijdanê we qebûl dike ku vîna we bi vî rengî wew desteserkirin? Divê hûn şerm bikin." Welatiyek din jî got: “em ji vir naçin. Em bi serketin, hûn îro li vir in sibê nînin, vê bizanibin. Hûn ê biçin, em ê livir bin.
‘Divê her kes li kolanan bertekên xwe nîşan bide’
Piştre Parlementer Salîha Aydenîz bi bîr xist ku 4'ê Mijdara 2016'an salvegera darbeya siyasî ye û diyar kir ku di 4'ê Mijdarê de tayînkirina qeyûm li şaredariyên 3 bajaran berdewama darbeya siyasî ye û wiha got: “Ev carekîdin hewildana li dijî pêşeroja Tirkiye. Darbeya ku li Colemergê destpêkir, bi Esenyurt û 3 bajaran de berdevam dike. Ev dide nîşandan ku dê ev polîtîka berdewam bike. Her kesên ku li vî welatî demokrasiyê dixwaze, her kesên alîgirê demokrasiyê ne, pêwîste îro ne tenê dengê xwe bilind bikin, li kolanan jî bertekên xwe nîşan bidin.”
'Hûn ê hesab bidin’
Salîha Aydenîz a ku piştî axaftinê xwest careke din bikeve avahiya şaredariyê, careke din rastî astengiyên polîsan hat. Salîha Aydenîz ji polêsên ku ew asteng kirin re got: “Hûn nikarin vê biryarê bidin. Hûn sûc dikin. Hûnê hemû berdêla vî sûcî bidin. "Dê dem bizivire, wê wiha berdewam neke."
Li aliyê din polîsan bi gaza bîberê êrîşî girseya li ber şaredariyê kom bû kir û hevserok Devrîm Demîr jî ji ber gazê nexweş ket.
Êlih
Ji aliyê Wezareta Karên Hundir yê dewleta Tirk ve qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetî ya Rihayê hat tayînkirin. Di daxuyaniya wezaretê de her sê hevserok bi "endamê rêxistinê" hatin sûcdarkirin û cezayên hevserokatiyê û dozên berdewam ên hevserokatiyê weke hincetên biryara qeyûm hatin nîşandan.
Dayika Îpek Er: Ma namûsa we nîne?
Piştî biryara qeymeqamtiyê, gel û hevşaredarên hilbijartî li ber avahiya şaredariyê dest bi kombûnê kirin. Di nava jinên ewil ên derketin pêşberî şaredariyê de dayika Îpek Er a ku di sala 2020'an de ji aliyê çawîşê pispor Musa Orhan ve hat tecawizkirin û ber bi întîharê ve hat birin, hebû. Dayîka Îpek Er Hakîme Kilinç bi gotina "Ma namûsa we nîne?" bertek nîşanî biryara qeyûmê da. Welatiyên ku li ber avahiya şaredariyê ya polîsan hatin dorpêçkirin, hatin cem hev û dirûşmên: "Ew ê qeyûm derkevin û hûn ê ji raya giştî bipirsin" qîriyan.
'Bila bimre edaleta we'
Welatiyên li ber şaredariyê kom bûn bertek nîşanî biryara qeymeqamtiyê dan û gotin, "Bila edaleta dewleta Tirk bimire." Jineke din jî got, “Serwerên wan diziyê dikin. Ji wan, ji mezinên xwe fêrî diziyê bûn. Em mafên xwe dixwazin. Ew ê nikaribin vîna me bişkînin. Xesp dizî ye. Dizî jî karê we ye, ji diziyê têr nabin.”
Gel bi dirûşmeyan heta ber avahiya şaredariyê meşiyan.
Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de Gulîstan Sonûk ku ji Partiya DEM’ê ji bo şaredariya Êlihê bû namzet, bi rêjeya ji sedî 64,52’ê dengan bi rêjeyeke mezin weke hevşaredar hate hilbijartin.