Ji 96 rêxistinan banga 'Qada hewayî bê girtin' hat kirin

96 saziyên hiqûqî û sivîl ên Sûriyeyê bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk yên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dan û banga girtina qada hewayî ya herêmê kirin.

Navenda Nûçeyan-Di bangawaziya rêxistinên hiqûqî û sivîl ên Sûriyeyê de hate gotin ku hêzên dewleta Tirk a dagirker êrişeke hovane û berfireh li dijî xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya balafirên şer, bêmirov, top û hawinan pêk tîne, bi wê re qada hewayî û serweriya Sûriyeyê li gor rêgez û pîvanên navneteweyî bin pê dike. Di êrişên dewleta Tirk de wêranî û zirarên mezin gihaştin binesazî, avahiyên stratejîk, navendên tenduristî, xizmetguzarî, mal û milkên taybet û giştî yên herêmê. Di encama wan êrişan de gelek welatî jiyana xwe ji dest dan û bi dehan birîndar bûn.

Banga avakirina komîteyek hat kirin

Rêxistin û desteyên hiqûqî û sivîl ên Sûriyeyê bang li NY′yê, tevahî deste û saziyên navneteweyî yên têkildarî parastina mafên mirovan kir û ev bang kirin:

Qada hewayî ya herêmê li ber êrişên dewleta Tirk bê girtin.

Hêzên dewleta Tirk ji xaka Sûriyeyê vekişin.

Komîteyeke ji bo lêkolînkirina sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bê avakirin.

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û saziyên wê yên hiqûqî li hemberî êrişan rabin.