Ji 75 jin, sazî û kesayetan li dijî dagirkeriyê bang li Neteweyên Yekbûyî kirin
Bi dehan kesayet û rêxistinên jinan, li dijî êrîşên Tirkiyeyê ji Neteweyên Yekbûyî re pêyam şandin. Di pêyamê de bal hat kişandin ku êrîşên heyî bi Hevpeymana Neteweyên Yekbûyî tê hincetkirin û daxwaz kirin ku ev êrîş werin bidawîkirin.
Navenda Nûçeyan – Bi pêşengiya Kongra Star peyamek vekirî ya ku îmzeya 75 rêxistin û kesayetên jinan tê de cih digre, hat nivîsandin. Peyam ji Sekreteriya Giştî ya NY’yê û Rêxistina Jinan a NY ‘yê re hat şandin. Di peyama ku îmzeyên Judith Butler, Silvia Federici û Angela Davis ên ji hêla cîhanê ve tên nasîn tê de cih digrin de, hat xwestin ku êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê yên li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê werin bidawîkirin û ji bo vê yekê bikevin nava tevgerê.
Di peyamê de wiha hat gotin; “Balafirên şer ên bi çek bi şêweyên cur be cur li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriye Şengal û Mexmûrê difirin û tirs û bêbaweriyek kûr didin avakirin. Li hemberî mal, seyare û cihên sîvîlan êrîş tên pêkanîn. Gelek kes ji ber êrîş û dagirkeriya dewleta tirk neçar dimînin ji axa xwe koçber bibin” û hat destnîşankirin ku dewleta tirk van êrîşên xwe bi xala 51’emîn a Hevpeymana NY’yê bi hincet dike.
“Ya êrîşkar dewleta Tirk e”
Di peyamê de hat destnîşankirin ku hemû operasyon û êrîş li ser navê Hevpeymana NY’yê tên bi hincetkirin û wiha hat gotin: “Weke kesên ku îmzeyên wan li jêrê cih digrin em vê yekê qebûl nakin ku NY piştgirî bide êrîşkariya Tirkiyeyê ya li hemberî gelê Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûreye û Başûrê Kurdistanê. Em îdiaya ‘parastina cewherî’ ya Tirkiyeyê red dikin û bal dikşînin ku ya êrîşkar dewleta Tirk e. Em bang li NY’yê dikin ku êrîşkariya dewleta tirk a li hemberî gelê Kurd şermezar bike û ji bo rawestandina êrîşên Tirkiyeyê li hemberî Bakur û Rojhilatê Suriye û Başûrê Kurdistanê bikeve nav liv û tevgerêç”