Ji 61 navan ji CPT re name: Demildest heyetekê bişînin Îmraliyê

61 kesên li Fransayê ku di nav de senator, parlamenter, akademîsyen û serokên partiyên siyasî jî hene, bal kişandin ser agahî negirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bang li CPT kirin ku bikevin nava liv û tevgerê û heyetekê bişînin Îmraliyê.

Navenda Nûçeyan - Li Fransayê 61 kesên ku di nav wan de Sekreterê Netewî yê Partiya Komunîst a Fransayê, Sekreterê Yekem ê Partiya Sosyalîst, senator, parlamenter, akademîsyen, parêzer, sendîkavan, nivîskar, rojnamevan û serokên partiyên siyasî jî hene, ji Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) re, name şandin.

Di nameya bi navê “Platforma ji bo Abdullah Ocalan” hat şandin de, bal hat kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hat xwestin ku CPT bi lezgînî heyetekê bişîne Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne û rewşa tenduristiya wî kontrol bikin. Di nameyê de ev tişt hate gotin:

“Em weke siyasetmedar, sendîka, komele û akademîsyen balê dikişînin ser Komîteya Pêşîgirtina li Îşkence û Muameleya Dijmirovî ya Ewropayê (CPT) û bang dikin ku demildest bikevin nava liv û tevgerê.

Abdullah Ocalan ku ji aliyê bi milyonan Kurdan ve wekî nûnerê xwe yê siyasî yê rewa tê naskirin, ev 36 meh in li Girtîgeha Girava Îmraliyê ji aliyê dewleta Tirk ve di bin tecrîdê de tê girtin. Ji ber vê tecrîda li derveyî qanûn û mirovahiyê, birêz Ocalan ji hevdîtina bi malbatê û parêzeran û têkiliya bi derve re bêpar dihêle û di pratîkê de tê wateya windakirinê. Ev rengekî eşkere yê îşkenceyê ye.

Em niha cihê girtina wî jî nikarin piştrast bikin

Birêz Ocalan ê 75 salî, 25 sal in di hucreya yekkesî de her tim rastî îşkenceya psîkolojîk tê. Lê ev 3 sal in di derbarê tenduristiya wî de tu agahî nayên bidestxistin. Heta niha cihê girtina wî jî nayê piştrastkirin. Rewşa wî bandoreke kûr li ser gelek Kurdan dike.

Ji ber van sedeman em ji CPT daxwaz dikin ku demildest bikeve nav liv û tevgerê. Weke Komîte maf û berpirsyariya we heye ku Tirkiyeyê jî di nav de hemû girtîgehên dewletên peymana we îmze kirine ziyaret bikin. Ev yek derfetê dide we ku hûn ekîba xwe ya pispor bişînin Îmraliyê. Dewleta Tirk neçar e ku bêsînor rê bide we. Derfeta we heye ku hûn biçin girtîgeha ku birêz Ocalan lê girtî ye û bi serbestî têkilî pê re deynin. Divê destûr bê dayîn ku hûn bi wî re hevdîtinê pêk bînin. Em hêvî dikin ku CPT li gorî xala 3’emîn ya Rêziknameya Konseya Ewropayê tevbigere.

Tişta ku em ji dil û can ji we dixwazin ew e ku hûn bi lezgînî heyetekê bişînin Îmraliyê û bi Birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bînin û rewşa wî ya tenduristiyê kontrol bikin. Divê hûn zextê li Tirkiyeyê bikin da ku dawî li astengkirina hevdîtina Birêz Ocalan a bi malbat û parêzeran bîne. Ji bo ku Tirkiye erkên xwe yên weke endamekî Konseya Ewropayê bi temamî bi cih bîne, gaveke wiha jiyanî ye. Ev ê bibe alîkar ku pirsgirêka mafên mirovan a giran çareser bibe û fikarên bi mîlyonan Kurdan çareser bike.”