Ji 337 navan banga ‘Tifaqa Demokrasiyê’
337 nivîskar, akademîsyen, siyasetmedar û dilxwazên civaka sivîl têkildarî lêpirsînên li hemberî ÎBB'ê daxuyaniyeke hevpar dan û ji bo tifaqa demokrasiyê bang kirin.

Navenda Nûçeyan – 337 nivîskar, akademîsyen, siyasetmedar û dilxwazên civaka sivîl têkildarî lêpirsînên li hemberî ÎBB'ê û girtinên serokên şaredariyan daxuyaniyek nivîskî dan.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
“Em weke welatiyên ku ji vê rêveçûnê bi fikar in; ku herî dawî Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê û hevalên wî yên kar hatin girtin; em di wê baweriyê de ne ku divê kiryarên desthilatdariyê yên li dijî aştî, demokrasî, azadî û mafê destûra bingehîn bêne rawestandin. Em dibînin ku ev mejî ji bo bêdengkirina muxalefetê, tepisandina gel, bêdengkirina civakê dadgeriyê bi kar tîne, maf, hiqûq, edaletê nas nake û îradeya siyasî ya welatiyan tine dihesibîne, dest datîne ser mafên me yên destûra bingehîn û bi vî rengî welêt ber bi têkçûnê ve dibe. Em radigihînin ku em bi hemû hêzên demokrasiyê re ne yên ku li hemberî vê rêveçûnê têdikoşin û bi wan re dibêjin 'Êdî bes e, bes e!; em bang li hemû beşên civakê yên alîgirê aştî, demokrasî, hiqûq, edaletê dikin ku di tifaqa demokrasiyê de bibin yek.”