Ji 30 çalakvanên siyasî daxwaza ‘Bila Îran cezayê darvekirinê tavilê rawestîne’
Di daxuyaniyek hevbeş de, 30 çalakvanên siyasî û sivîl bal kişandin ser zêdebûna darvekirinên ji ber sedemên siyasî û îdeolojîk a li Îranê, nebûna darizandinên adil û bikaranîna cezayê darvekirinê ya ji bo tirsandina civakê.
Navenda Nûçeyan – Ji ber ku pêla darvekirinê li Îranê îsal zêdetir bûye, şermezarkirin û hişyariyên navneteweyî yên derbarê bikaranîna cezayê darvekirinê ya wekî amûrek tepeserkirinê de, zêde dibin.
Niha jî, 30 çalakvanên siyasî û sivîl daxuyaniyek hevbeş weşandin û daxwaza rawestandina tavilê û bê şert û merc a cezayê darvekirinê ya li Îranê kirin. Çalakvanan, hişyarî dan ku zêdebûna darvekirinên ji ber sedemên siyasî û îdeolojîk, dê encamên giran ji bo civakê derxin holê. Daxuyanî destnîşan dike ku çend kesên di dema xwepêşandanan de hatine girtin, bêyî ku darizandinek adil bistînin hatine darvekirin. Daxuyanî, bi îşaretkirina dozên ku bi bûyera "Meydana Elî Hanî" ya li Îsfahanê ve girêdayî ne, rexneyên tund li nebûna serxwebûnê ya di nav dadweriya Îranê de dike.
Bi balkişandina ser dîroka îtîrafên bi zorê ya di dozên têkildarî ewlehiyê de, îmzevanan guman li ser pêbaweriya daxuyaniyên ku ji hêla kesên mehkûm ve hatine weşandin anîn ziman. Îmzevanan destnîşan kirin ku şert û mercên ku ev îtîraf û şahidî lê hatine wergirtin, hîn ne diyar in.
‘Darizandin bi gelemperî bi dizî tên kirin’
Wekî din, wan destnîşan kir ku darizandin bi gelemperî bi dizî têne kirin, ji raya giştî û medyayê tên veşartin û di heman demê de darvekirin carna li ber çavan têne kirin û nasnameya kesên ku bên darvekirin pir caran heya çend demjimêran berî bûyerê, tê veşartin. Li cîhek din ê di daxuyaniyê de, tê destnîşankirin ku cezayê mirinê ne tenê cezayek e ku li ser kesê mehkûm tê sepandi û wiha tê gotin: “Ew di heman demê de faktorek e ku tirs, fikar û hestek bêewlehiyê li seranserê civakê belav dike. Em bawer dikin ku bikaranîna cezayê mirinê, bi taybetî di çarçoveya nakokiyên siyasî û îdeolojîk de çerxên tundiyê gur dike, hejmara malbatên xemgîn zêde dike û dabeşbûnên civakî û siyasî kûrtir dike.”
Hişyariya ‘Ev dê nerazîbûnê gur bike û civakê bike nav xeleka tundî û tolhildanê’
Îmzevanan sepandina cezayê mirinê di dozên ku ewlehiya neteweyî an sûcdariyên sîxuriyê vedihewîne red kir. Îmzevanan îdia kir ku ew wekî astengkerek bi bandor xizmet nake û sedemên bingehîn ên krîzan çareser nake. Her wiha, ew hişyar dikin ku berdewamiya vê siyasetê di nav xirabûna şert û mercên jiyanê û zêdebûna zextê ya li ser beşdariya siyasî û mafên sivîl de, dê nerazîbûnê gur bike û civakê bike nav xeleka tundî û tolhildanê.
Banga ji bo rejîma Îranê
Daxuyanî tekez dike ku tundiya dewletê û şer du aliyên heman pereyî ne. Îmzevanan got ku "ezmûna dehsalên borî piştrast kiriye ku polîtîkayên tepeserkirin û kuştinê di tepeserkirina tevgerên civakî an astengkirina gefên derveyî de bi ser neketine." Îmzevan digihîjin wê encamê ku pejirandina nêzîkatiyek li ser bingeha toleransê û redkirina tundiyê, ji bo misogerkirina ewlehiya domdar û parastina mafên welatiyan, pêdivîyek siyasî ye.
Îmzevan, banga rawestandina tavilê û bê şert û merc a hemû darvekirinan dikin û dibêjin gavek ku ew ji bo parastina mafê jiyanê, mafên sivîl û ewlehiya domdar di hundirê welêt de, girîng dibînin. Îmzevan tekez dikin ku ev daxwaz, li seranserê hemû meylên wan ên siyasî û çandî yên cihêreng, xizmeta berjewendiyên gelê Îranê dike.