Ji 2015’an ve zêdeyî 98 kesan ji ber êrişên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dane
Hevpeymana Navdewletî ya Civaka Sîvîl di çarçoveya kampanya “Dawî li bomberdûmanên li ser sînoran bînin” bi parorekê destnîşan kir ku ji sala 2015’an ve ji ber êrişên dewleta Tirk a li ser bakûrê Iraqê zêdetirî 98 kesan jiyana xwe jidest dane.
Navenda Nûçeyan – Piştî êrişên 19’ê Tîrmeha 2022’an a li ser gundê Perexa girêdayî Zaxo 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 24 kesên din jî birîndar bûn. Hevpeymana Navdewletî ya Civaka Sivîl di çarçoveya kampanya ‘Dawî li bombardûmanên sînora bînin’ de raportek li ser 7 salên dawî ya ji ber êrîş û bombardûmana li ser Bakûrê Îraqê (Başûrê Kurdistanê) çêbûne aşkere kir.
Li gor raporta ji sala 2015’a heta sala 2021’an de 4 hezar êrîşên esmanî, bombardûman û êrîşên zemînî li sînorê Îraqê hatine rû dane. Tenê di sala 2021’an de hezar û 600 êriş ji aliyê dewleta tirk ve hatine kirin.
Di van êrişên ku ji sala 2015’an ve heya niha pêk hatine di navbera 98 û 123 de hemwelatî di 88 bûyerên cûda de jiyana xwe jidest dane. Di navbera salên 2020 û 2021’an de herî kêm 40 êriş pêk hatine.
Zêdeyî 55 cotyar û şivan di dema çandiniyê de, yan jî dema li ber lawirên xwe bûne ji aliyê dewleta Tirk ve hatine hedefgirtin. Ji sedî 13 kesên ku jiyana xwe jidest dane jin in, di encama êrişan de 6 zarokan jiyana xwe ji dest dane û 14 zarok birîndar bûne.
Ji ber êrîşên dewleta Tirk ya dagirker nêzî 500 gund dibin gefê koçberbûnê de ne.