Irene Khan: Ez li dijî mehkûmkirina rojnameger Maria Ressa îtîraz dikim

Raportora Taybet a ji bo pêşvebirin û parastina azadiya raman û derbirînê ya li Fîlîpînan Irene Khan, ji bo biryara dadgeha Fîlîpînê ya ji bo erêkirina mehkûmkirina rojnameger Maria Ressa, îtîraz kir.

Navenda Nûçeyan - Rojnamevan Maria Ressa roja Pêncşemê ji ber "îftîra sîber" di sala 2020'an de sûcdar hat dîtin, piştî ku wê gotarek li ser îdiayên gendeliyê yên ku serokê dadwerê Dadgeha Bilind a Fîlîpînê têkildar e weşand. Raportora Taybet a ji bo pêşvebirin û parastina azadiya raman û derbirînê ya li Fîlîpînan Irene Khan, ji bo biryara dadgeha Fîlîpînê ya ji bo erêkirina mehkûmkirina rojnameger Maria Ressa, îtîraz kir.

Irina Khan eşkere kir ku ew li dijî sûcdarkirina rojnamevanên ku di dozên îftirayê de li Fîlîpînê ne û wiha axivî: "Îftira girtina berjewendiyên giştî asteng dike û li dijî mafê azadiya derbirînê ye

Rojnamevana Fîlîpînî Maria Ressa ya 58 salî di sala 2021'ê de ji ber xebata xwe ya parastina azadiya derbirînê Xelata Aştiyê ya Nobelê girt. Zagona sûcê îftirayê li welatekî demokratîk cihê wê tune ye û divê were rakirin."