Hûsiyan li Yemenê qedexeyên nû li ser jinan ferz dike

Hûsiyan li Yemenê beşdarbûna jinan a çalakiyên giştî û di salonan de stran gotina jinan qedexe kir.

Navenda Nûçeyan – Bi riya netewperestî, olperestî û zayendparêziyê zextên li ser jinan di şert û mercên şerê cîhanê yê sêyemîn de zêdetir dibe. Di gel qedexeyên li ser jiyan û hebûna jinan ê li Efganistanê Talîban, li Îranê rejîm ferz dike û gelek mînakên wê jî dikare lê bê zêdekirin, Hûsiyên ku li Yemenê hin hereman xistine bin venêrîna xwe li ser jinan zext û qedexeyan ferz dikin.

Hûsiyên ku li herêma Hamadan ya Sanaa 14’ê cotmehê dûşemê biryarek ku dawet, keyfxweşî û gelek çalakiyên weke urf û edet tên pejirandin qedexe dike weşand.

Di biryara nû de ragihandin ku di dema çalakî û dawetan de stran gotina jinan di salonana de qedexe kir, ji bo deng derbazî ji derve nebe qedexeya pencereyên salonê neyê vekirin, saetên partiyên dawetê tenê bi 8’ê şev ve sînordarkirin. Her wiha tê gotin ku kesên biryarê pêk neynin dê cezayê pere li wan bê birîn.