Hunermendên yên li Colemergê di dawetan de hatibûn binçavkirin hatin girtin
Hunermendên herêmî yên ku li Colemêrgê di dawetekê de stranên Kurdî gotin, bi îdîaya "propagandaya rêxistinê kirine" hatin girtin.
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/07/20240729-20240729-690x390cc-hkr-29-07-2024-colemerg-sanatci-tutuklama2-jpgba665c-image-jpg622654-image.jpg)
Navenda Nûçeyan-Hate diyarkirin ku li ser îxbarê polîsan bi hinceta “stranên siyasî gotine” bi ser dawetên li 3 taxên cuda yên navenda Colemêrgê de girtin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di daweta ku li taxa Sumbul hat kirin de hunermendên xwecihî û xwediyê dawetê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê" hatin binçavkirin, di saetên sibehê de jî ji bo îfadeyê bang li kameravanên dawetê kirin.
Ji 7 kesên ku îfadeyên wan li Midûriyeta Emniyetê ya Colemêrgê hatin girtin, xwediyê dawetê K.D û kamerevanê dawetê piştî karûbarên îfadeyê hatin berdan, endamên koma muzîkê “Koma Ozgun” ji bo îfadeyên dozgeriyê sewqî edliyeyê hatin kirin.
Dozgerî endamên komê N.T., B. U., İ. A. û A.O. T. bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Colemêrgê kir. Dadgerî piştî lêpirsînê N.T., B. U., İ. A. û A.O. T. bi hinceta “propagandaya rêxistinê” girt.