Hunermendên şano û sînemayê li pêşberî kamerayê nerazîbûn nîşan dan

Komek ji hunermendên sînema û şanoyê ji bo piştgirî bidin serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi cilên reş û bê hîcab derketin ber kamareyê û nerazîbûna xwe nîşan dan.

Navenda Nûçeyan- Komek ji hunermendên şano û sînemayê bi cil û bergên reş û bê hîcab ji bo piştgirî bidin serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê û li dijî hicaba bi zore derketin ber kamerayê û li hemberî binpêkirinên rejîma Îranê nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Di dîmena ku hat belavkirin de Suheyl Gulistanî, derhênerê şanoyê Hemîd Purezrî û komek hunermendên din ên şano û sînemayê amade bûn. Suheyl Gulistanî bi belavkirina vê dimenê di hesabê xwe yê îstegramê de wiha nivîsand: “Pêşandan bi dawî dibe, rastî aşkera dibe, lehengên rast xelkên bênav in, em xeletiyên xwe asas nagirin, em prova dikin û fêr dibin. Riya me dûr û dirêj e û hêviyên me ji bo rojên nû hene.”