Hunermendên piştgirî dan serhildanan hatin girtin

Lîstikvanên şano û sînemayê yên Îranî ji bo piştgiriya serhildanan dîmenek ku tê de cilên reş li xwe kirine û jinên lîstokvan bê hîcab in, parve kirin. Piştî dîmen li ser medyaya dijîtal belav bûn, gelek hunermend hatin girtin.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê komek ji lîstikvanên şano û sînemayê yên Îranê ji bo şermezarkirina pêkanînên girtin, binçavkirin û qetlîam yê rejîmê, derketin pêşberî kamerayê û piştgirî dan serhildanê. Lîstikvanên bi cilên reş yek bi yek derketin derketin pêşberi kamera neguher û bêdeng sekînin. Jinan hicabê bikar neanîn. Di dîmena hat weşandin de lîstikvan Soheila Golestanî, derhênerê şanoyê Hamîd Pourazrî û komek hunermendên şano û sînemayê jî cih girtin.

Piştî belavbûna dîmenê ku hatiye kişandin, derhênerê şanoyê Hamîd Pourazrî û lîstikvan Soheila Golietanî jî di nav de hejmarek zêde hunermed ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin girtin. Li gorî nûçeyên di çapemeniyê cih digre, duh şev di seatên destpêkirina maça Îran û DYE’yê de Soheila Golestanî û Hamîd Pourazrî hatin girtin û heta niha jî der barê aqûbeta wan de tu agahî nehat girtin.