Hunermend Maha Ebo- Ufo jiyana xwe ji dest da
Hunermenda Misirî Maha Ebo-Ufo di 65 saliya xwe de ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da.
Qahîre - Maha Ebo -Ufo di sala 1959'an de li Qahîreyê ji dayik bûye û ji malbateke hunermend e ji zanîngeha Emerîkayê beşdarî koma "4m" ya ku birayê wê bi sê xwîşkên xwe Mona, Mervat û Manal ve çêkiribû dibe. Koma wan di salên 1970 û 1980’yî de pir navdar bû û gelek stranên serkeftî pêşkêş kirin. Ji stranên wan a herî navdar jî strana "oberît al-layla al-kabîra" bû.
Maha Ebo-Uof di salên 1980’yî de dest bi kariyera xwe ya hunermendiyê kir, zêdetirî 130 berhemên wê hene ku di şano û tv. de bi cihêrengiya xwe derketine ser dikê û di bîra temaşevanên xwe de şopeke mezin hiştiye. Destpêka wê di fîlmê "La tazlimû al nîsaa" ( Zilmê li Jinan nekin) de bû yek ji karên wê yên herî girîng di sînemayê de beşdarbûna wê ya di fîlmê "Ana la akzib lakinî atacamal" (Ez derewan nakim lê xwe xweşik dikim) di sala 1981'ê de, "Amîr Al bahar" (Mîrê deryayan) der barê xebata wê ya herî berbiçav a li ser ekrana biçûk "Sahîrat El-Canûb" (Sêrbazê başûr), "Bihacim A'ilî." (Mezinahiya malbatê) Lê wê bêtir di rêzefîlma komedî ya navdar "Ragel Set Stat" (Mêrek û şeş jin) de deh beşan lîst.
Maha Abo-Uof herî dawî di rêzefîlmê "Al-Harîrî Al-Mexmelî" de xuya bû, ew li ser romana bi heman navî "Al-Harîrî Al-Mexmelî" ya nivîskarê Misirî Oma'îma Ezz El-Dîm hatiye çêkirin.