Hunermend Hengameh Ghaziani hat berdan

Lîstikvana Îranî Hengameh Ghazianî ku ji ber piştgirîdayîna çalakiyên dijî ferzkirina hicabê hatibû girtin, bi kefalet hat berdan.

Navenda Nûçeyan-  Yek ji rûyên di sînemaya Îranê de tê naskirin lîstikvan Hengameh Ghazianî ji ber piştgirîdayîna serhildanên gel û çalakiyên “Jin, jiyan, azadî” yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin, bê hicab vîdeoyek parvekir hat girtin, hat berdan. Rayedarên Îranê hunermend Hengameh Ghazianî bi îdiaya "li dijî rejîmê propaganda” û “ji bo li dijî derketina ewlehiya neteweyî civîn û plankirina komployan” sûcdar kiribûn.

Hengameh Ghazianî roja 20’ê Mijdarê piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyên li dijî ferzkirina hicabê, li ser medyaya dijîtal bi parvekirina dîmen û wêneyên xwe yên bê hicab nîşan dabû. Piştî demek kurt jî hatibû girtin. Hate hînbûn ku Hengameh Ghazianî bi kefalet hatiye berdan.