'Hûn neçarin bêedaletiya tê jiyîn bibînin!’

Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar ya li ber Edliyeya Rihayê ket roja 637'emîn.

Riha- Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di 9’ê Adara 2021’ê de dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 637’emîn de berdewam dike.

Malbata Şenyaşar seatên siharê ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê, hate ber deriyê edliyeyê û dest bi nobetê kir. Malbatê Kesên li ser hesabên medyaya dîjîtal hesabên Seroka Wezareta Dadê, Partiya Îyî û Seroka Giştî ya Partiya Îyî Meral Akşener etîket kit û ev parvekirin kir: “Yên ku "Jiyaneke Wekhev û Birûmet" diparêzin, neçarin bêedaletiya ku ev du sal in li ber deriya Edliyeya #Şanliurfa yê berdewam dike, bibînin. Têkoşîna me di roja 637’emîn de didome.”