Human Rights Watch: Tirkiye piştgiriya sûcdaran dike

HRW`ê destnîşan kir ku pêşwazîkirina “berpirsên sûcên herî hovane” yên li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê ji aliyê rayedarên Tirk ve, paşguhkirina hesabpirsîn, edalet û aramiya li herêmê ye.

Navenda Nûçeyan – Human Rights Watch (HRW) gotarek bi sernavê “Tirkiye komên sûriyeyî yên bi sûcên xeternak hatine tawanbarkirin, pêşwazî dike” weşand.

Rêxistinê di gotarê de bal kişand ser pêşwazîkirina rayedar û siyasetmedarên Tirk, di serî de serokê MHP`ê Devlet Bahçelî û serokê mafyaya Tirk Alaettîn Çakici ya serçeteyên “Hemzat” û “Sultan Suleyman Şah” û destnîşan kir ku ev dîmen paşguhkirina dewleta Tirk a sûcên van komên nîşan dide. Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) wan çeteyan bi “kirina sûcên herî hovane û çavdêrkirina sûcan” tawanbar dike û ceza li wan birîne.

Rêxistinê di gotarê de da zanîn ku herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê “ne ewle ne û qanûn lê ne serwer e.”

Her wiha rêxistinê sedema vê rewşê wiha nirxand: “Tirkiyeyê her tim hewl daye hesab ji sûcdaran neyê pirsîn. Sibata 2024`an hate ragihand ku komên Artêşa Watanî ya Sûriyeyê, Hemzat, Sultan Suleyman Şah sûcên hovane, revandina zarokan, destdirêjî û îşkenceyê dikin, talan û diziyê dikin, mal û milkên şêniyan desteser dikin. Li hember van sûcan jî hesabpirsîn tune ye.”

Rêxistinê bal kişand ser wêneyên ku dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyeyê weşandine û diyar kir ku ji van wêneyan diyar dibe ku dewleta Tirk van sûcan çareser nake, lê pesnê berpirsên wan dide û wan teşwîq dike. Bi nêrîna rêxistinê ji ber girêdana Bahçelî bi her du komên navborî, hesab ji her duyan nayê pirsîn û ev jî diyar dike ku desthilata Tirk bi awayekî veşartî û fermî derfet daye ku wan sûcan bikin.

Rêxistinê da zanîn ku pêşwazîkirin, paşguhkirina hesabpirsînê, edaletê û aramiya pêşerojî li herêmê nîşan dide.

Hêjayî gotinê ye dewleta Tirk rojane li Efrîn, Ezaz, Cerablus, Idlib, Serêkaniyê û Girê Spî ku dagirkiriye, sucên dijî mirovahiyê dike.