Hulya Gulbahar Xelata Taybet a Ugur Mumcu girt
“Xelata Taybet a Ugur Mumcu” ya ku 15 sal in li ser navê Ugur Mumcu tê dayîn dê îsal ji parêzera femînîst Hulya Gulbahar re bê dayîn.
Navenda Nûçeyan- “Xelata Taybet a Ugur Mumcu” ya ku ji sala 2007'an û vir ve her sal ji aliyê Baroya Antalyayê ve tê dayîn, îsal parêzera femînîst Hulya Gulbahar a ku bi salan e di nava tevgera jinan de ked dide girt.
Di daxuyaniya Baroya Antalyayê de hat destnîşankirin ku Xelata Taybet a Ugur Mumcu ya sala 2021'ê ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bi watetir bûye. Xelat, cara ewil di sala 2007’an de li ser navê Endamê 2’emîn Odeya Şûraya Dewletê Mustafa Yucel Ozbîlgîn ê ku di encama êrîşa li dijî Şûraya Dewletê de jiyana xwe ji dest da, ji malbata wî re hat dayîn. Di salên paşîn de, gelek parêzer hêjayî xelatan hatin dîtin.
Merasîma xelatdayînê dê 24’ê Çileyê roja Duşemê de saet di 18:00’an de li Navenda Fûar û Kongreyê ya Nazim Hikmet a Antalyayê bê kirin.