HRW: Li Sûdanê bûyerên tecawîzê zêde bûye

HRW di rapora der barê şerê li Sûdanê amade kir de bal kişand ku sûcên tecawîza li dijî zarokên keç û jinan belav bûye.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Şopandina Mafê mirovan (HRW) rapora derbarê şerê li Sudanê de parve kir.

Di raporê de hate diyarkirin ku artêş û hêzên paramilîter ku bûne parçeyek ji şer di tecawîza bi komî ya li Banliyoler tê pêkanîn belav bûye.

Di heman demê de di raporê de di navbera Nîsana 2023 û Sibata 2024’an de 262 bûyerên tundiya zayendî ji aliyê 42 xebatkarên tendirûstiyê anî ziman û şahidiya xebatkarên sahayê hatine berhev kirin.

Herî kêm 4 jinan jiyana xwe ji dest dan

Di raporê hate îfadekirin ku piraniya sûcên tundiyê ‘di navbera jin û zarokên ku temanê wan di navbera 9- 60 salî de’ pêkhatiye, tenê ‘tecawîz û tecawîza bi komî’ girtiye nava xwe. Di raporê de agahiya HRW di hevdîtina bi pisporên tendirûstiyê de pêkanî di nava ên ku tên tedawîkirin de ‘herî kêm 4 jinan di encama birînan de jiyana xwe ji dest dane.’

Jin bi zorê tên zewicandin

Di raporê de îşaret bi wê yekê hate kirin ku li paytexta Sûdan li cihên bi cihbûnê ji derveyî hejmarek nayê zanîn jin û zarokên keç rastî tecawîza kesî û komî hatin, bi zorê hewl tê dayîn werin zewicandin. Di raporê de hate destnîşan kirin ku hinek jin di encama tecawîzê de dû canî bûne, ji bo dûcaniya xwe bi dawî bikin ketine nava hewldanek encam negre. Anî ziman ku ‘jin ji ber ji gotinan di tirsin û nirxandina asta tundiya zayendî gelek zehmet e.’