HPC-Jin yekemîn akademiya xwe li Hesekê vekir

HPC-Jin yekemîn akademiya xwe ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li Hesekê vekir.

Navenda Nûçeyan – Hêzên Erka Xweparastinê-Jin (HPC-Jin) li bajarê Hesekê yekemîn akademiya xwe ya leşkerî-îdeolojîk bi navê Şehîd Mizgîn Efrîn vekir. Saziyên sivîl, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê û Meclîsa Malbatên Şehîdan, rêveberên Kongra Star û gelek welatî beşdarî merasîma vekirinê bûn.

Di merasîmê de endama rêveberiya HPC-Jin Qamişlo Mizgîn Hesen jî vekirina yekemîn akademiya HPC-Jin li jinan pîroz kir û got; “Rêber Ocalan banga azadiya jinê dike. Weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê em bersivê bidin vê bangê.”

Piştre Endama Koordînasyona Kongra Star Rîhan Loqo axivî û bal kişand ser rola jinan di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de û got; “Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pêşxistina binesaziya siyasî, leşkerî û dîplomatîk a civakê de roleke girîng dilîzin. "

Piştî axaftinan Xalîse El Hesen a dayika Enver a di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest da, korta vekirinê ya akademiyê birî.