HPC-Jin li Şehbayê bi daxuyaniyekê 8'ê Adarê pîroz kir

HPC-Jin a herêma Efrînê bi daxuyaniyekê 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li jinên Şehbayê pîroz kir.

Şehba- Bi nêzîkbûna 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê re Hêzên Parastina Civakî HPC-Jin a herêma Efrîn bi daxuyaniyekê Roja Jinên Cîhanê li parka navçeya Ehdas a kantona Şehbayê pêşwazî kir. Jinên ku cihê xwe di nav Hêzên Parastina Civakî de digirin bi cilên folklorî beşdarî daxuyaniyê bûn. Beşdaran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Hêzên Parastina Civakî hildan. Daxuyanî ji aliyê endama Hêza Parastina Civakî ve Îlham Ehmed ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye: "Em 8’ê Adarê roja tekoşîn û vejînê li Rêber Apo û hemû li pakrewanên xwe pîroz dikin. 23 salin ku Rêberê me di bin tecrîdek girankirî de ye û ji malbet, parêzer û hemû mirovahiyê hatiye qutkirin. Bi sedan caran serlêdanên parêzeran ji bo hevdîtina bi Serokatî re hatine redkirin. Pêwîste gelê me li hember vî sûcê mirovahiyê derkeve, hewlestên xwe bidin nîşan dan û bêdeng nemînin. Rêber Apo rêya azadiyê nîşanî mirovahiyê dide. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo em Roja Jinên Cîhanê 8’ê Adarê bi serkeftinek mezin pîroz û pêşwazî dikin. Bi rihê berxwedana jinan di 8’ê Adarê de wê azadiya Rêber Apo misoger bibe.”
Daxuyanî bi diruşma ”Bijî Serok Apo” bi dawî bû.