‘Hişyarî yek ji riyên pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinê ye’

Jinên li Silêmanî ku ji çînên cûda yên civakê ne, xwendina pirtûkan a ji bo agahî û hişyariya jinan wek çavkaniyek girîng dibînin û dibêjin: “Divê jin bixwînin, ji bo maf û erkên xwe agahdar bin.”

DÎDAR ŞEHLA

Silêmanî – Jin derbarê maf û erkên xwe de nayên hişyarkirin, lewma jî gava rastî tundiyê werin, nikarin parastina mafên xwe bikin. Pirtûk çavkaniyek berfirehkirina asoya zanistê ye. Sedemek ji bo ku bikaribin asta hişyariya xwe bilind bikin û bi vê hişyariyê parastina mafê xwe yê rewa bikin û li beramberî tundiyê rawestin e.

‘Hişyarî, yek ji riya xweparastina ji tundiyê ye’

Nivîskar û rojnameger Peyman Îbrahîm têkildarî rol û giringiya xwendinê ev tişt gotin: “Xwendina pirtûkan her tim dibe sedem ku mirov bibe xwedî dinyayên cûda û derbarê dema niha û demên kevnare de bibe xwedî hişyarî. Mixabin xwendin hê li welatê me di nav xelkê de nebûye çandek. Hişyarî yek ji riya xweparastina ji tundiyê ye. Ji ber hişyarî wisa li jinê dike ku erk û mafê xwe binase û bi hemahengî çand û şêwaza jiyana xwe û civaka xwe li dijî tundiyê biparêze. Ji ber vê divê bi riya medyayê karên zêdetir li ser pirtûk û pêşangehên pirtûkan û çalakiyên rewşenbîran bikin. Ji bo di guherîna civakê de sûdek were girtin. Medya di pirsa tundiya li dijî jinan de rolek baş negirtiye, ji ber ku di nûçeyên rojane de nûçeyên derbarê jinan de wek manşet danaynin. Divê kar li ser sedem û çareseriya pirsan li gel kesên şareza û zana ya di aliyan de bike.”

‘Xwendin ji bo jinan derfetek zêrîn e’

Nivîskar Xecîce Cawîd ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye balkişand ser girîngiya xwendinê ya ji bo jinan û wiha got: “Xwendin gelek girîng e. Bi taybetî ji bo jinan derfetek zêrîn e û wek kelehek ji bo jinan e. Ji ber ku jin di hemû aliyan de bi cûreyên cûda rastî tundiyê tên. Ji bo wê ji bo xweparastinê pêwîst e asta hişyariya xwe bilind bikin.”

‘Divê jin bêdeng nebin’

Xwendekar Tîna Mihemed balkişand ser rola xwendinê ya di parastina jinan de û wiha got: “Rêyek ji bo jin bikarin parastina xwe bikin e. Rojane nûçeyên ne xweş derbarê bûyerên jinan de rû didin. Em nûçeyên wek qetilkirin û zirardayîna jinan dibhîzin. Bi cûreyên cûda jin rastî tundiyê tên. Mînak şewitandin, qetilkirin û destdirêjiya zayendî. Pêşniyara min ji bo jinan ew e ku bi pirtûkek jî be li beramberî rewşa xwe bibin xwedî hişyarî.”