‘Hilbijartinên li Sûriyeyê ne demokratîk ne jî rewa ye’
Endama Koordînasyona Kongra Star Fahîme Hamo, diyar kir ku hilbijartinên parlamentoyê hemû pêkhateyên civakê nagire nava xwe û ji ber vê yekê demokratîk nîn e.

SÎLVA MENLA OSMAN
Heleb – Gelên Sûriyeyê bi armanca daxwaza Sûriyeya azad û demokratîk, xwestin rejîma Baasê hilweşe û bendewariyên xwe bi vê ve girêdan. Lê belê xala ku hemûyan paşguh kir, ew bû ku li cihê vê rejîmê dê çi were û wê pergalek demokratîk ku bikaribe mafên hemû pêkhateyan garantî bike çawa were avakirin bû. Heyet Tehrîr el- Şam a cîhadîst bi polîtîkayên xwe yên ku bi tu awayî rêzê li îradeya pêkhateyên Sûriyeyê negire hat ser desthilatdariyê. Îlana meclîsa parlamentoyê, ji aliyê pêkhateyên Sûriyeyê ve hat redkirin. Ev jî mînaka zindî ya polîtîkayên dûrxistinê yên tên pêkanîn e.
Li Şamê yên hatine ser desthilatdariyê, li cihê rejîma ketî pergalek alternatîf pêşkêş nekirin. Li Sûriyeyê ji ber aloziyên siyasî û civakî yên tên jiyîn, îlana hilbijartinê, ji aliyê gelê Sûriyeyê ve tê redkirin, ji ber hilbijartin, bi awayê ku îradeya gel bi teyîsîne û di zemînek demokretîk de nayê kirin.
‘Gel ji pergala HTŞ’ê bi fikar in’
Endama Koordînasyona Kongre Star Fahîme Hamo da zanîn ku civakên Sûriyeyê ji pergala Heyet Tehrîr el-Şam a cîhadîst bi fikarin û got: “Civakên Sûriyeyê, piştî hilweşandina rejîma Esad, li benda pergalek demokratîk bûn. Lê belê bi hatina Heyet Tehrîr el-Şam a cîhadîst re bendewarî ji serî ve vala derketin. Di daxuyaniyên der barê jinan de hatin dayîn de, îfadeyên weke ‘jin divê ji fitretên ku Xweda daye, derbas nekin û rola wan bi perwerdekirina malbatê re sînordar e divê sînorên xwe ji metbexê wêdetir derbas neke’ nîşan da ku Sûriyeyê ber bi kîjan alî ve diçe.”
‘Kujer çawa dikarin îradeya qurbaniyan temsîl bikin?’
Fahîme Hamo komkujiyên li dijî civaka Durzî li Suweydayê hatine kirin bi bîr xist û wiha got: “Civaka Durzî rastî komkujiyên hovane, revandin û destdirêjiya li dijî jinan hat. Li dijî tiştên li Suweydayê hatin jiyîn, îradeya jinên Durzî û berxwedana wan a li dijî binpêkirinên rastî wan tên derket pêş lê belê binpêkirinên li Suweydayê li dijî Durziyan hatin kirin ji çapemeniyê hatin veşartin. Hinek dîmenên ku hatin belavkirin, di raya giştî de wehşeta hikumetê ya li dijî pêkhateyên Sûriyeyê nîşan da. Lê belê hikumetê ji bo sekinandina tundiyê tu tedbîrek negirt û ev tundî hê didome. Li gorî vê yên ku li dijî civakek komkujiyan dikin, ne pêkan e wê civakê temsîl bikin. Ev rewş der barê peravên Sûriyeyê û tiştên li Suweydayê qewimîne de ye. Ji ber nîvî Sûriyeyê, ji ber zihniyeta hikumetê parçe bûye û li van herêman hilbijartin nayê kirin.”
‘Li Sûriyeyê ji bo hilbijartinê zemîn ne amade ye’
Fahîme Hamo bal kişand ser hilbijartina ku ji aliyê hikumeta demkî ve hatiye îlankirin û wiha got: “Heta ku ji bo hilbijartinan zemîn neyê avakirin wê hilbijartin çawa were kirin? Ji ber nebûna pergalek rast a îrade û aramiya civakê temsîl dike, ev hilbijertin wê ne adilane bin. Ev hilbijartin ger were kirin wê tenê bi beşek hikumeta heyî re sînordar bibe û ji bo ferzkirina desthilatdariyê dê bikin. Ji ber serok komîsyona hilbijartinê diyar dike. Komîsyon jî namzedan bi erêkirina serok re bi hikumetê re hildibjêre û pêkhateyên din tên dûrxistin.”
‘Divê demokrasî li gorî rengîniya civaka Sûriyeyê be’
Fahîme Hamo wiha domand: “Sûriye bûye mozaîka pêkhateyên cuda yên civakê, bi vê taybetmendiya xwe derket pêş. Ereb, Kurd, Ermenî, Çerkez, Durzî û Xirîstiyan li ser vê xakê ji dîrokê ve bi hev re dijîn. Ji ber vê jî rêvebirina welat bi awayekî demokratîk mafê wan e ku li gorî rengîniya wan were temsîlkirin.”
‘Modela ji navendîbûnê dûr pergala îdeal a demokratîk e’
Fahîme Hamo têkildarî dûrxistina jinan ji pêvajoyên hilbijartinê wiha got: “Jinên Sûriyeyê dê li hemberî tiştên tên jiyîn bêdeng nebin, wê li dijî polîtîkayên ku zextê li wan dike dengê xwe bilind bikin. Êdî jin ne weke berê ne, bi ceribandinên ku ji projeya neteweya demokratîk a Rêveberiya Xweser a Sûriyeyê girtine, xwedî biryar û seknê ne. Di dema şoreşê de gavên serkeftî avêtin û di hemû qadan de ji sedî 50 beşdarî bidestxistin. Vê yekê jî di peymana civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de cih girt. Fahîme Hemo bertek nîşanî polîtîkayên bê maf ên li dijî jinên Sûriyeyê da û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelê Sûriyeyê îro pêwistî bi pergalek rengîn ne navnedî dibîne. Pergalek ku demokrasî, edalet û wekhevî lê serwer e... Em berpirs in ku komarek ne navendî mafên gelê Sûriyeyê û bi taybetî mafên jinan diparêze, ava bikin.”