Hilbijartinên Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê taloq bû

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan hilbijartinên şaredariyan a Herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê taloqî 11’ê Hezîranê kir.

Navenda Nûçeyan – Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku hilbijartinên şaredariyên herêmê ku diviyabû 30’ê Adarê bêne kirin, taloqî 11’ê Hezîranê kirine.

Di daxuyaniya Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a têkildarî mijarê de wiha hat gotin:

"Armanca me ya sereke serxistina proseya hilbijartinan, pêkanîna şefafiyet û demokrasiyê ye. Ji bo pêkanîna vê armancê dem şertekî girîng û bingehîn e. Biryar bû ku hilbijartin di 30’ê vê Gulanê de bihatina kirin, lê di çarçoveya xebatên me de me dît ku dema diyarkirî ya ji bo amadekariyên pêkanîna hilbijartinên şaredariyan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têrê nake.

Hibijartin taloqî 11’ê Hezîranê bû

Li ser vê yekê me biryar da ku dema hilbijartinan taloqî 11’ê Hezîrana bê bikin da ku amadekariyên baştir bikin ku layiqî girîngiya van hilbijartinan be. Her wiha ne li dijî Qanûna Hilbijartinên Şaredariyan a ku ji aliyê Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatibû erêkirin be.”