Hîlala Zêrîn: Em 1’ê Gulanê li hemû karkeran pîroz dikin

Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 1’ê Gulanê li hemû kedkaran pîroz kir û got: “Divê em bikarin di qadên karkeran de xebat bikin ji bo hemû qadên civakê yên bindest azad bikin.”

Navenda Nûçeyan- Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê bi daxuyaniyekî nivîskî, roja karkeran pîroz kirin.

Daxuyanî wiha ye: “Gel, netew, civak, qad, ol û hişmendî di dîrokê de rastî rengên zordestiyê hatine. Desthiladar kontrol li ser hemû herêmên berfireh û dewlemendiya li ser erd û binerdiya karker û koleyan kirine. Her wiha padîşah û netewdewletên mezin ava bûne û pir ji wan niha winda jî bûne. Mirovahî heta niha şaristanî û çanda wan demên desthilatdarî dikşînin. Bê guman sedsala 19’an rolek xwe ya mezin hebû di guhertina riya giştî di têkoşîn û berxwedana qadên karker û bindest de. Ev yek destpêka riya azadkirina karker û cotkaran bû da ku em bighêjin civakek exlaqî û demokratîk. Hemû mirovên karker, divê rojê de bûn xwedî maf, erk û wekheviyê.

Heta niha jî rengên zordestî, newekheviya qadî, nîcadî, cinsî û olî heye ku ev zordestî û zordariyê dema em bînin ser ziman, pêwiste ku em Gelê Kurd bi bîr bînin. Gelê Kurd hemû rengên zilim û zordestiyê dît. Rejîma faşîst xaka Gelê Kurd a dîrokî bindest kiriye. Ew gel tenê di cîhanê de bê nasname û bindest maye. Mafê herî normal ji destê wê hatiye girtin. Îro dewleta tirk hemû zilim û zordestiyê û pergala xwe ya faşîst li dijî Gelê Kurd pêk tîne. Tu bendên dewleta tirk li pêşiya berxwedan û têkoşîna gelê kurd nebû asteng.  Heta niha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtîgehê de bê dadî tê girtin. Em bi boneya 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê li hemû karkeran pîroz dikin û hêvidarin ku jiyana civakî, wekhev û demokratîk, di peymanên navneteweyî de pêk were. Em bikarin qadên karkeran de xebat bikin da ku hemû qadên civakê yên bindest azad bikin.”