Hîlala Zêrîn bernameya 2’emîn Mîhrîcana Şehîd Berçem ragihand

Tevgera Hîlala Zêrîn ya kantona Firatê bi daxuyaneke çapemeniyê bernamaya 2’emîn Mîhrîcana Şehîd Berçem raghand. Hîlala Zêrîn teqez kir ku ewê îsal mîhrîcana xwe diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin.

Kobanê- Tevgera Hîlala Zêrîn a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên Mîhrîcana Şehîd Berçem ya çand û hûnerî dike. Hat payîn ku dê îsal mîhrîcan di navbera 6 û 9’ê Îlonê de bajarê Kobanê yê kantona Firatê were lidarxistin.

Têkildarî mîhrîcanê, îro Tevgera Hîlala Zêrîn ya kantona Firatê bi daxuyaneke çapemeniyê hurguliyên festîvalê ragihand.

Daxuyaniya ku li qada Jina Azad hat dayîn ji aliyê Rêveberiya Hîlala Xêrîn Nejla Bozan ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

 “26 sal in ku Rêber Apo di encama komployeke navneteweyî de ji aliyê fîzîkî ve hatiye girtin ku di dirêjahiya van salan de di şert û mercên dijwar de dijî û li beramberî vê yekê jî di asteke bilind e têkoşîneke bîrdozî û berxwedaneke dîrokî dide meşandin. Em berxwedana Rêber Apo silav dikin û weke tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, emê bi pêşengiya Rêber Apo pêşeroja azadiya hemû gelan misoger bikin. Beriya her tiştî pêwîst e ku em li hember rewşa Rêber Apo xwe berpirsyar bibînin û zelal bin. Ev komploya ku bi destên faşîzma AKP’ê, bi hevkariya NATO û hêzên navneteweyî pêk hat, di heman demê de li ser hemû gelê Kurd û yên azadîxwaz e.

‘Armanca me danasîna Rêber Apo ye’

Rêber Apo li dijî peragala qirker û înkarê ya li Îmraliyê di nava têkoşîneke bîrdozî û çandî ya bê hempa de liberxwe dide. Ji ber vê yekê em ê bi îsrara ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibin bersiv, hemû kar û xebatên xwe yên rêxistinî û hûnerî di vê çarçoveyê de û di asta pêşengiyê de pêk bînin.

 Li ser vê bingehê, di çarçoveya hemleya “Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî”em weke Tevgera Hîlala Zêrîn a ku soz daye bi çand û hûnera xwe Rêber Apo fîzîkî azad bikin û balê bikşînin ser rewşa wî. Emê  2’emîn Mîhrîcana Şehîd Berçem ya ku bi tîrêjên rojê hûnera jin geş kir, diyarî Rêber Apo bikin. li gor vê yekê, di 1’ê Îlonê de 30 hezar broşûrên li ser jiyan, têkoşîn û bîrdoziya Rêber Apo hatin belavkirin. Her wiha wê bernameya mîhrîcanê ji 6 heta 9’ê Îlonê bi bernameyên çandî, hûnerî û wêjeyî were lidarxistin.

Bi rihê hûnera şoreşgerî em bang li gelê Kurdistanê û hemû gelên azadîxwaz û welatparêzan dikin ku li dijî van kiryarên qirêj û hişmendiya tunekirin û qirkirinê ya dewleta Tirk a faşîst bertekên tund nîşan bidin da ku em bigêhêjin armanca xwe ya bidawîkirina pergala tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.

Li ser vê bingehê, em careke din bang li rêxistinên mafên mirovan û yên navneteweyî dikin ku rola xwe ya wîjdanî û exlaqî bînin cih. Emê bi vîneke pir xûrt û bi îsrara şikandina tecrîda li ser Rêber Apo, mirovahiyê azad bikin. Armanca me ewe ku Rêber Apo bi riya çandî û hûnerî bidin naskirin, bîrdoziya wî bikeve her malekê de û li cîhanê were belavkirin. Em çendî bikarbin çand û hûnera xwe geş bikin, ewqas jî wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkan be.”