Hêzên Desteka Bilez li El Faşerê 12 sivîl qetil kirin
Hêzên Desteka Bilez RSF’ê li bajarê El Faşer a Sûdanê dîsa komkujiyek pêk anîn. RSF’ê jin û zarok jî di nav de 12 sivîl qetil kirin, 7 kes jî birîndar kirin.

Navenda Nûçeyan – El Faşer ku wek navenda operasyonên alîkariya mirovî ya ji bo eyalata Beş Darfur tê zanîn, tevî hişyariyên nevnetewî jî, bi şerekî giran re rûbirû ye. Li eyaleta El Faşer ji 10’ê Gulana 2024’an heta niha di navbera Hêzên Desteka Bilez RSF de şerên dijwar diqewimin.
Çavkaniyên xwecihî anîn ziman ku îro li bajarê El Faşer a paytexta eyaleta bakurê Darfûra li rojavayê Sûdanê ye, ji aliyê Hêzên Desteka Bilez RSF ve komkujiyek hat kirin. Di êrîşa li hember sivîlan de jin û zarok jî di nav de 12 sivîl hatin qetilkirin û 7 kes jî birîndar bûn.
Li gorî Netewên Yekbûyî artêşa Sûdanê, rêxistinên mafên mirovan û xwecihî, RSF ev çend roj in êrîşî kampa Zemzem a li El Faşer dike. Bi hezaran kesên ji cihên xwe bûne, li vê kampê dijîn. Di encama van êrîşan de heta niha 400 kes mirine.
Ji 15’ê Nîsana 2023’an heta niha şerê di navbera artêşa Sûdanê û RSF’ê de, berdewam dike. Li gor daneyên Netewê Yekbûyî, zêdeyî 20 hezar mirov û nêzî 15 milyon kes û koçberên ji cihên xwe bûne, ketine nava şer. Li gor lêkolînek ku ji aliyê zanîngeha DYE’ê ve hatiye kirin, kesên jiyana xwe ji dest dane bi piranî zarok û jin in. Li gor agahiyan nêzî 130 hezar sivîl hatine kuştin.