Hêzên Îranê zarokek bi giranî birîndar kir

Hat ragihandin ku hêzên Îranê li sînorê Serdeşt zarokek kolber ji çavên wî bi giranî birîndar kirine û metirsî heye ku zarok her du çavên xwe winda bike.

Navenda Nûçeyan – Li gorî Kolber News’ê ragihandî şeva borî di 3’ê Gulanê de hêzên Îranê li sînorê bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê, zarokek kolber ji çavên wî bi giranî birîndar kirine.

Her wiha hate diyarkirin ku zarok ji her du çavên xwe bi giranî birîndar bûye û metirsî heye ku her du çavên xwe winda bike.