Heyeta Îtalyayî serdana Şengalê kir

Heyeta ji Îtalyayê ji bo piştgiriyê çû Şengalê û gelek ziyaret kirin û daxwazên gel guhdar kirin.

Navenda Nûçeyan- Heyetek ji 10 kesan ji Îtalyayê ku di nav de parêzvanên mafên mirovan, rojnamevan, nivîskar û bijîşk jî hene, serdana Şengalê kirin. Heyeta ku girêdayî saziya Associazione Versi il Kurdistan a Îtalyayê ye, ji bo piştgiriyê bidin gelê Şengalê çûn serdana saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê û TAJÊ’yê û li daxwazên gel guhdarî kirin.

Serdana navendên tenduristiyê

Heyet piştre ji bo mijara sereke ya hevdîtinan xizmeta tenduristiyê serdana navendên tenduristiyê yên li Xanesor, Til Izêr, Borik, Serdeşt û Şengalê kir.

Çûna wan a Mexmûrê hatibû astengkirin

Heyet duh dema dixwest biçe Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji aliyê artêşa Iraqê ve hatibû astengkirin.